'Ji bo azadiyê rêbertî em seferber bibin'
09:02
Roza Hiso/JINHA
AMÛDÊ - Hevseroka Desteya Karûbarên Şehîdan a girêdayî Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, Fatma Tahir tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand û got, "Em tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Apo napejrînin."
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku wek navnîşana çareseriyê tê dîtin, ji sala 2011’ê heta niha bi parêzerê xwe re nekare hevdîtinê bike. Ji Nîsana 2015’an û heta niha jî ne bi malbata xwe re û ne jî bi heyeta Îmraliyê re dikare hevdîtinê pêk bîne. Têkildarê mijarê Hevseroka Desteya Karûbarên Şehîdan a Kantona Cizîrê Fatma Tahîr nêrînên xwe bi mera parve kir û wiha got, "Dewletên serdest her tim bi kiryarên dûrî nirxên mirovahiyê û bi rêbazên qirêj polîtîkaya xwe ya desthilatdariyê li ser civakan ferz dikin. Ji bo vê yekê kesê ku li dijî wan derkeve û xizmeta berjewendiyên wan neke, heya dawiyê hovîtiyê di derheqê wan de pêk tînin."
'Rêbertî azadiya jin û gelan esas digre'
Fatma diyar kir ku di dîrokê de desthilatdar fikrên ku demokrasî û wekheviya civakê di nava xwe de dihewîne û xizmeta berjewendiyên dewleta desthiladar nake, herdem hewil dane bi çewsandinê û dagirkeriyê ji holê rakin û wiha domkir, "Tirkiyê jî yek ji van dewletên serdest e ku projeya Rêber Apo ya ji bo azadiya jinê û gelên herêmê red dike û li dijî wê her cure êrîşan pêk tîne." Fatma qala tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin kir û wiha got: "Ev ne cara yekemîn e ku tecrîdeke wiha giran li ser Rêber Apo tê meşandin. Rêber Apo di encama komployekê de hatiye girtin. Heya niha her ku diçe ev rêbazê tecrîdê hîn girantir dibe. Ji ber ku fikir û felsefeya Rêbertî ji bo azadiya jinê û tevahiya gelên heremê di nava lêgerîn û têkoşînê de ye û xizmeta berjewendiyên hêzên serdest nake, her dem hêzên sermayedar bi taybet jî dewleta Tirkiyê êrîşên tund li hember ramanên azad pêk tîne. Tirkiyê û gelek dewletên mîna wî, ji Rêber Apo xwestine ku dev ji fikir û ramanê xwe berde û di tevgereke ku li gorî berjewendiyên wan de kar bike, lê Rêbertî tucaran ev yek qebûl nekiriye û fikrên wan ên qirêj red kiriye."
'Divê tevahî jin ji bo azadiyê rêbertî seferber bibe'
Fatma têkoşînê Rêber Apo ya ji bo gelên bindest û tevahî jinan nirxand û wiha axivî, "Rêber Apo kêlî bi kêlî bi fikrekî serbixwe xizmeta gelên bindest dike. Ji bo ku em jî bikaribin li Rêberê xwe û têkoşîna wî ya ji bo me xwedî derkevin, em wekî Tevgera Jin û hemû jinên Kurdistanê divê heya dawiyê seferber bin, kar û xebateke xurtir bikin. Ji bo azadiyê rêbertî em wek jin seferber bibin ku tecrîda girankirî bişkînin."
(hs/rc)