Li Mêrdînê 'Alo xeta şîdetê' tê avakirin
09:38
JINHA
MÊRDÎN - Di binesaziya Seroktiya Daîreyên Polîtîka ên Jinan yê girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê 'Alo Xeta Şîdetê' tê avakirin. Seroka Daîreyê Mekiye Gûzel diyar kir ku eger heya niha jin serî li wan nadin, divê hîn zêdetir bixebitin û got serlêdanên jinên Nisêbînê ên ji ber şer rastî êşên mezin hatine navarokên wê cûda ne.
Di binesaziya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê di Çileya 2015'an de Seroktiya Daîreya Polîtîkayên Jinan hat avakirin. Di binesaziya Seroktiya Daîreya Polîtîkayên Jinan xebatên "Têkoşîn hember şîdeta li ser jinan", "Aboriya jinan pêşxistin" û "Lêkolîna perwerdehiya jinan" dewam dike. Her wiha bi armanca bilindkirina têkoşîna li hember şîdeta ser jinê, amedekariya avakirina 'Alo Xeta Şîdetê' dike. Têkîldarê xebatê Seroka Daîreyê Mekiye Gûzel diyar kir ku herî zêde şer jin û zarokan bandor dike û got ji ber rewşê şer serlêdan û navaroka jinan hatiye guhertin. Mekiye wiha got, "Li Nisêbînê 50'î hezar mirov zêdetir koçî Mêrdînê kirin. Demên borî jin ji ber şîdetên ku rast dihatin serî li daîrê didin, lê niha qala şîdetek mezintir dikin. Dibêjin 'Malên me xirab dikin û me derdixin'. Ligel şîdetê mêran binpêkirina mafê jiyanê heye. Bi xebatek berfireh em dikarin bibin bersiv. Divê em bi jinan bidin hîskirin ku ew ne bi tenê ne."
'Têkoşînek ku mirov nikare taloq bike'
Mekiye anî ziman ku têkoşînek a ku nayê taloq kirin heye û wiha pêde çû, "Divê em bikevin tevgerê û ji bo pêşiyê li şîdetê bigrin xebat bikin. Ji bo pêşî girtina li şîdetê û tedbîrê jiyanê jinan bê girtin, me xebatê avakirina "Alo Xeta Şîdetê" daye dest pêkirin. Ew ê hêjmarên ku di hişê mirovan de bimîne bên hilbijartin û kesên ku vî xebatî pêk bînin û bikeve nava têkiliyan, dê zimanek ku bê fêmkirin esas bigre." Mekiye bilêv kir ku ji bo jin ji şîdetê dûr bê girtin jî cihên taybet dê bên avakirin û got ew ê 'Malên Jiyanê' ji bo jinan avabikin.
Li cihek hatina gel hev û piştevanî
Mekiye wiha dirêjî da gotina xwe, "Divê hevalên me ên jin vê yekê bizanibin, em tev rastî şîdetê tên. Tu hevalên me ên jin ne bi tenê ne. Divê teqez serî lê bidin. Mînak jina cîranan jî ger rastî şîdetê bên, dikarin bigerin û bêjin. Em wek jin bi hatina gel hev û bi piştevaniyê dikarin pirsgirêkê hev çareser bikin."
(rc)