'Em ê bi rûhê têkoşînê li ber xwe bidin'

09:39

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN- Rêvebera Komîna Şehîd Şîlan Sîham Bîlal têkîldarê êrîşên çeteyên Opozisyona Sûriyê ên ser Şêx Meqsûd nirxand û got, "Çiqas êrîşên hov bi ser me de bînin jî, her em ê bi rûhê têkoşînê li ber xwe bidin."

Ji 16'ê Sibatê ve çeteyên Opozisyona Sûriyê bi çekên giran êrîşên dijwar li hember Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê pêk tînin. Li gel êrîşên giran bi mehane tax di bin dorpêçê çeteyan de ye û ji ber êrîşên bi çekên giran bi sedan sivîl hatin qetilkirin. Rêvebera Komîna Şehîd Şîlan a taxa Şêx Meqsûd Sîham Bîlal têkîldarê êrîş û helwesta gel nirxandin kir. Sîhamê da zanîn ku ji 16'ê Sibatê ve taxa Şêx Meqsûd ji aliyê Opozisyona Sûriyê û ENKS'ê ve tê bombebarankirin û wiha got: "26 yekîneyên Çeteyên Opozisyonê û ENKS'ê dixwazin bi van kiryarên xwe aramî û wekheviya gelan a li herêmê heyî bikujin û ji holê rakin."

'Li hember dorpêçê çeteyan me li ber xwe da'

Sîhamê diyar kir ku ji ber êrîşên bi çekên giran û kîmyewî gelek sivîl jiyana xwe ji dest dane û wiha pêde çû, "Di encamê de zarok herî zêde zirarê dibînin, ez dikarim bêjim ku bi qasî 150 kesî şehîd bûne û 800 kes jî birîndar bûne, gelek ziyanên madî jî pêk hatine. Keça min jî ji lingê xwe birîndar bibû. Ji ber dorpêçê çeteyan bijîşk nikarin xebatên xwe rêve bibin. Li hember dorpêçê çeteyan me li ber xwe da û piştgirî da şervanên YPG/YPJ'ê. Di taxa Şêx Meqsûd de 7 dibistan hene, 6700 şagirtan tê de dixwendin. Lê ji ber rewşa şer û êrîşan me biryar da ku em dibistanan bigirin ji bo ku ti kes ji şagirtan zirarê nebîne û nebe qurbaniyê hovîtiya Opozisiyon û ENKS'ê. Tevî ev qas hovîtî hîn jî jin û tevahiya gelên li Şêx Meqsûd li ber xwe didin. Wê berxwedaniya Şêx Meqsûd, têkoşîna Artêşa Şoreşgeran, YPG'ê û YPJ'ê têkeve dîrokê de, wê dîrok kesên hov jî lanet bike."

'Wê gelê me bi bawerî û vîna xwe ya azad bi ser bikeve'

Sîhamê bilêv kir ku ew û zarokên xwe ji bo dermankirinê hatine Kantona Efrînê û wiha berdewam kir, "Em ji bo dermandkirinê hatine Kantona Efrînê. Em ê piştî dermankirinê vegerin taxa Şêx Meqsûd, tevî şer û bombebaranê jî em ê li ber xwe bidin. Wê gelê me bi bawerî û vîna xwe ya azad biser bikeve." Sîham di dawiyê de bang li civaka navnetewî kir ku çavên xwe ji komkujiyê re negre û ji bo êrîşên hember Şêx Meqsûd jî banga hişyariyê kir."

(hs/rc)