'Astengiyek hiqûqî pêşiya Meşa Rûmetê nîne'
10:20
JINHA
STENBOL - Meşa Rûmetê ya Transê û Meşa Rûmetê a LGBTÎ ku wê di 19-26'ê hezîranê de pêk were ji aliyê Waliyê Stenbolê ve hat qedexekirin. Li ser vê yekê Endama Komeleya Piştevaniya LGBTÎ Kivilcim Arat diyar kir ku ew ê biryarek wiha nasnekin û meşa xwe pêk bînin.
Tê plansazî kirin ku di 19'ê Hezîranê de Meşa Rûmetê ya Tiransan û di 26'ê Hezîranê de jî Meşa Rûmetê ya LGBTÎ' bê li darxistin. Lê Waliyê Stenbolê ji bo herdû meşan qedexe anî wiha daxuyand, "Ji bo ewlehiyê welatiyan destûr nîne ku meş, çalakî û xwe pêşandan di van dîrokan de bên li darxistin.
'Li gorî zagonên bingehîn tevbigerin'
Endama Komeleya Piştevaniya LGBTÎ ya Stenbolê Kivilcim Arat têkîldarê mijarê wiha axivî, "Biryarê ku walî girtiye ne ligorî zagona bingehîne û em ê vê biryarê nasnekin. Wek komîteyê heftiya rûmetê li bendê her kesîne ku di saet 17.00'an ya 19'ê Hezîranê de li ber Navenda Çandê ya Fransayê bên gel heve.
'Ew xwedî hêzên tedbîr girtinê ne'
Her wiha derbarê mijarê de parêzer Bûlent Kirdar jî wiha got, "Meş, civîn ango xwe pêşandan wekî ku li tevahî cîhanê mafe, li vir jî wihaye. Her çiqas ev meş bi hinceta ewlehiyê ji aliyê walî ve hatibe qedexekirin jî, mixabin helwestek siyasiye. Ev meş xwedî girîngiyek mezine. Bi sedhezaran mirov dê bên gel hev. Bingeha vê qedexê yê di aliyê hiqûqî de nîne. Bi riyê qedexeyan û astengiyan, dixwazin di civakê de bertekê ji holê rakin. Ev encamê zîhniyeteke."
(rc)