'Em ê xaniyê xwe nûde çêkin lê em dev ji Nisêbînê bernadin'
10:54
JINHA
MÊRDÎN - Welatiyên Nisêbînê yên ku neçarî koçberiyê hatine hêştin, polîtîkayê dewletê ya bişavtinê û tunekirinê vala derdixin. Hakîme Taylana ku neçar maye koçî Mêrdînê bike wiha got, "Warên me virin em ê bernedin û neçin. Ez ê vegerim Nisêbînê."
Polîtîkayên êrîşkar ên AKP'ê li Kurdistanê berdewam dikin. Ligel hemû êrîşên tevkujiyê jî gel kurd ku Kurdistanê bernade, dixwaze qedexeyên li ser wargehan rabin. Hemwelatiyên Nisêbînî jî êrîş û qedexeyên AKP'ê şermezar kirin û xwestin ku dawî li vê polîtîkayê tunekirinê bînin. Hakîme Taylana ku berî du heyvan ji ber êrîşên giran neçar maye ji Nisêbînê biçe Mêrdînê wiha got, "Hêviyê min vegera cihê xwe ye. 10 salê min li wir borî, ez ji Nisêbînê gelek hezdikim, xaniyê min hatibe xirakirin jî ez dixwazim vegerim. 9 Zarokê min hene û tev jî biçûkin. Ji bo zarokên min bê dayîk nemînin ez derketim ji Nisêbînê."
'Rojên ku neyên ji bîr kirine'
Hakîmê diyar kir ku ji ber êrîşê hêzên dewletê derûniya zarokan xirab bibû û wiha pêde çû, "Zarokê min yê 3'ê salî her car dibêje 'dayê em herin Nisêbînê'. Zarok bîra mal dikin her roj digrîn. Her roj malê xwe di xewnê xwe de dibînin êdî. Rojên ku neyên ji bîr kirine. Ji ber êrîşan tu pêdivî me nedikarî em pêşwazî bikin. Av û elektrîk tune bû. Zarok gelek biçûk bûn, ji bo derneyên derve û neyên kuştin her gav bi wan re mijûl dibûm. Her roj ji qehran digriyam."
'Em ê berxwe bidin lê warên xwe terk nakin'
Hakîmê da zanîn ku ew li Taxa Dîcleyê jiyan dikir û got piştevaniya gel bi hêzbû. Hakîmê wiha dirêjî da gotina xwe, "Her çiqas li vir cihê min başbe jî ez dixwazim vegerim. Warê me Nisêbîne, li wir min xwe naskir. Ev roj jî dê derbas bibin. Hêvî û xeyalê min ya vegerê heye. Em ê berxwe bidin lê warên xwe terk nakin."
(rc)