Di encamê êrîşê çeteyan de 8 sivîl jiyana xwe ji dest da

11:57

JINHA

HELEB – Çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê di paşîvê de bi çekên giran êrîş hember Taxa Şêx Meqsûd pêk anî. Di encamê êrîşê de 8 sivîl jiyana xwe ji dest da.

Komên çete ên ‘Koalîsyona Niştîmanî ya Sûriyeyê’ li taxên Benî Zêd û Seken El-Şebabî ên girêdayî bajarê Helebê bicih bûne îro dema gelên taxa Şêx Meqsûd ji bo rojiyê paşîva xwe dikir di saet 03.00’an de rastî êrîşên bi çekên giran hatin. Ji ber êrîşa çeteyan 8 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

(rc)