Li Lîcê qedexeyê derketinê hat îlan kirin
12:20
JINHA
AMED - Li 13'e gundên Licêya Amedê 'qedexeya derketina derve' hat îlankirin. Biryara qedexeyê ya ku hat dayîn dê heta bangewaziya duyem bidome.
Walîtiya Amedê, ji bo operasyona leşkerî ya dê li bakurê Licêya Amedê pêk bê, li 13'e gundên wê 'qedexeya derketina derve' îlan kir. Birayara qedexeyê îro saet ji 10.00'an dest pê kir û têketin û derketina wan hatin qedexekirin. Her wiha tê zanîn ku bi rojane Licê ji hêla îktîdarê û qelemşorên wê bûye hedef û ev birayara walîtiyê jî vê hedefê şênbertir dike. Navên gundên qedexeya derketina derve li wna hatiye îlankirin ev in:
Dizdeynî, Xosor, Şaxur, Karincax, Seyrek, Yeşîlburç, Konuklu, Mizak, Zengesor, Heşeder, Hendîf, Barav, Buyukçag.
(rc)