4. Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temir destpêkir

14:29

JINHA

TIL TEMIR- 4. Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan (SMŞ) a bajarê Til Temir bi dirûşmeya "Bi ruhê berxwedana şehîdan civaka komînal û demokratîk ava bikin" dest pêkir.

4. Konferansa SMŞ li bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê, li salona Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir. Salon bi alên SMŞ, posterên şervanên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û posterê Fermandar Ebû Leyla hate xemilandin. Di konferansê de nûnerên saziyên bajêr, TEV-DEM, Kongra Star amade bûn. Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê dest pêkir. Piştre dîwan hate hilbijartin, dîwan ji hesvserokên Meclîsa Gel a bajêr Ator Îshaq û Mihemed Seîd Şêxmûs, Mûnzur Diyar û Samir Îbrahîm pêk hat. Piştî axaftina vekirinê perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên derbarê pakrewanan, ji aliyê mamoste Azaf ve hate xwendin.

Di konfransê de Koordînasyona TEV-DEM'ê Evîn Qamişlo axivî û wiha got, "Em vê konferansê li Rêber Apo û li her kesî pîroz dikin. Em hemû şehîdên azadiyê di kesayeta şehîd û fermandar Ebû Leyla de bibîr tînin, em ê heya dawaiyê li ser şopa wan bin û tola wan hilînin. Rêya serkeftinê wê di berdewamkirina têkoşîna qehremanên mîna Mihemed Tûnc û şervanên azadiyê de be. Em di pêvajoyeke qederê de ne, qedera me jî di destên me de ye."

Li ser navê Rêveberiya Xweser, Dijwar Ehmed jî wiha got, "Ev roj rojeke dîrokî ye, Saziya Malbatê Şehîdan ji bo me saziyeke pîroze, Rêvberiya Xweseriya Demokratîk bi saya pekrewanên azadiyê hatiye avakirin û gihiştiye vê asta serkeftinê. Bila dayîkên şehîdan kêfxweş bin, ji ber ku hemû destkeftî û serkeftinên îro bi xwîna qehremanên me hatiye. Wê hemleya şehîd û fermandar Ebû Leyla jî bi têkoşîna lehengên me biser bikeve xwîna şehîdan bi serkeve."

Cîgira Desteya Jinê Emel Gewriyê jî diyar kir ku ew ê riyê kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bişopînin û wiha got, "Em soz didn malbatên şehîdan ku em ê tola wan şehîdan rakin û li ser rêya wan bimeşin. Em êrîşên ku li ser Bakûr û Rojava tên kirin bi tundî şermezar dikin."

Paşê rapora salekê ya xebata SMŞ hate xwendin û Konferans bi nîqaşan didome.

(sş/ja/hs/rc)