Kerîme Kulter: Êşên me wekî hev in
15:19
JINHA
STENBOL - Dayikên Şemiyê vê heftê bal kişnd ser 6 welatiyên di sala 1993'yan de hatin binçavkirin û ew birin 23'emîn Fermandariya Tumena Sînor a Cendirmeyan û diyar kirin ku îro jî heman fermandarî dixwaze Rêbeverê DBP'a Şirnexê Hurşît Kulter di bin çavan de winda bike. Dayika Kulter, Kerîme Kulter ji çalakvanan re peyamek şand û ev tişt got: "Em hemû canên xwe digerin. Hûn wekîlê m neyên li wir in. Ji bo Hurşît bê dîtin çi ji destê we tê bikin. Kurê min bibînin."
Dayikên Şemiyê, di hefeya 586'an de li Qada Galatasarayê aqûbeta xizmên xweyên winda pirsîn û xwestin kujer bên darizandin. Di çalakiyê de wekî her carê pankarta "Kujer diyar in, Winda li ku ne?" hat vekirin û wêneyên kesên winda hatin ragirtin. Her wiha di çalakiyê de tîşortên "Hurşît Kulter li ku ye?" ji hêla Dayikên Şemiyê ve hatin xwekirin.
Çalakliya ku Wekîlên HDP'ê Ertugrul Kurkçu, Fîlîz Kerestecîoglu, Pervîn Buldan û wekîlê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, Hunermend Ferhat Tunç jî piştgirî dan çalakiya dayikan. Xizmên windayan bal kişandin ser windakirina 6 welatiyên ku di 14'ê hezîrana 1993'yan de li gundê Gorumlu ya navçeya Silopiyayê ya Şirnexê û xwestin kujer li ku ne bila bên cezakirin. Di çalakiyê de dayika nûcegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Bedlîsê Ferhat Tepe, Zubeyde tepe axivî. Zubeyde aşkera kir ku ew 586 hefte ne xizmên xwe yên winda digerin û hat xwestin kujer bên darizandin.
Birayê Suleyman Cîhan ê di serdema 12'ê Îlonê de di bin çavan de bi îşkenceyê hat kuştin, Ahmet Cîhan axivî û got ku qêrîna li Qada Galatasarayê radibe, qêrîna dayikan e û aşkera kir ku dewlet vê qêrînê nabihîse.
'Li êşan êşên din zêdekirin'
Wekîla HDP'ê Pervîn Buldan jî axivî û bal kişand ser rewşa Hurşît, diyar kir ku 23 roj e ew agahî ji Kulter nagirin. Pervînê anî ziman ku bi salan e êşê bi xizmên windayan didin kişandin û xwest kujeran derxin pêş darêzê.
'Dozger naçin fermandariya tugayê'
Wekîlê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu di axaftinên xwe de rewşê Hurşît û rêveberên HADEP'a Silopiyayê Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz ên di sala 2001'an de li de hatin windakirin bi bîr xist û ev tişt got: "Em wê demê çûn herêmê û me bi îsrar xwest ku dozger biçe Fermandariya Tugayê, lê dozger neçû, heke biçûya dê îro rewşê Hurşît bi vî şeklî nebûya."
'Êşên me wekî hev in'
Dayika Hurşît Kulter, Kerîme Kulter ji çalakvanan qeyda dengê xwe wekî peyam şand û ev tişt got: "Em hemû canên xwe digerin. Hûn wekîlê menin li wir in. Ji bo Hurşît bê dîtin çi ji destê we tê bikin. Kurê min bibînin."
Dîsa hevjîna Mehmet Salîl Demîrhan ê di 14'ê hezîrana 1993'yan de li gundê Gorumlu ya navçeya Silopiyayê ya Şirnexê hat windakirin, Zeynep Demîrhan nameyek şand û name ji hêla Meryem Guktepe ya ku xizmê xwe windakiriye ve hat xandin. Zeynep di nameya xwe de diyar kir ku sal derbas bin jî ew dê lêgerîna xwe ya edaletê berdewam bike.
Daxuyaniya hefteyê ji hêla Mesîde Ocak ve hat xwendin. Mesîde diyar kir ku Hurşît ev 23 roj e winda û xwest aqûbeta Hurşît bê aşkera kirin.
(rc)