Rûken Ehmed: Projeya yekîtiya gelan dê bi ser bikeve
09:01
Binevş Sarya/JINHA
KOBANÊ - Rêvebira Kongra Star a Kantona Kobanê Rûken Ehmed li ser pêşketinên li Rojava, rola jin di avabûna yekbûna gelan de û êrîşên li ser gelê Kurd nirxandinên girîng kir û diyar kir ku gelê Kurd û bi taybet gelê Rojavayê Kurdistanê di pêvajoyek girîng re derbas dibin.
Rêvebira Kongreya Star a Kantona Kobanê Rûken Ehmed têkîldarê rojeva siyasî nirxandin kir. Rûkenê qala geşedanên ku li Rojavayê Kurdistanê pêk tên kir û bal kişand ser roja jinan di vê pêvajoyê de. Rûkenê destnîşan kir ku gelê Kurd di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin û wiha got, "Şoreşa Rojava 5 sal li şûn xwe hêşt. Di nava van 5 salan de bêguman gelek zor û zehmetî jî hatin jiyîn, lê mirov dikare bêje ku gelek deskeftiyên me jî çêbûn. Şoreşa Rojava bu mînaka hevgirtina gelan. Hem avakirina Meclisa Sûryeya Demokratîk (MSD) û hem jî proja avakirina Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê, ji bo tevahî gelên li Sûriyê dijîn gavên girîngin."
'Li Sûriyê alozî bingeha xwe tenê ji şerê çekdarî nagre'
Rûkenê destnîşan kir ku çareseriya tevahî pirsgirêkên siyasî bi yekîtiya gelan dê pêk were û wiha got, "Wek Rêveberiya Xweser me dît ku ger em tenê herêmên xwe rizgar bikin wê nebe çareserî, ji bo wê em gihîştin encamekî ku pêwîste projeyek were derxistin ku bikaribe bibe projeya hemû gelê Bakûrê Sûriyê. Li Sûriyê alozî bingeha xwe tenê ji şerê çekdarî nagre. Pirsgirêkên meyî polîtîk, civakî û aborî ku têne jiyîn, bi yekbûna gelan dê bên çareser kirin. Pirsgirêkê gel ji bo demekurtî û îdarekirinê nayê çareser kirin. Gel bi pergala federaliya demokratîk jiyana xwe sazdike û tên gel hev. Ji ber vê hêza QSD'ê hete damezirandin. Lê li kêleka vê pêwîstî bi hêzeke siyasî jî heye ku bikaribe pirsgirêkên gelan çareser bike."
"Wê projeya Federesyona demokratîk serkeve"
Rûkenê bal kişand ser rêbazên çareseriyê li Bakûrê Sûriyê û wiha domand, "Ji bo çareseriya pirsgirêkên gelan xebatên me didomin. Hem xebatên MSD'ê hem jî ên damezirandina Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê berdewam dikin. Ev proje ji aliyê gelek rêxistin û siyasetmedarên derve jî guncaw tê dîtin û rastî eleqetek mezin tê. Lê belê gelek kesên ku naxwazin pirsgirêkên gelan çareser bibe, li dijî projeyên me derdikevin. Wek mînak dema mirov herêmên me yên rizgarkirî mêze dike, hemû netew pir bi awayeke wekhev bi hev re dijîn. Jixwe ji berê de jî tu pirsgirêk di navbera gelan de tune bû. Lê ên ku dixwazin her dem alozî di nava civakê de derînin, hêzên desthilatdarin. Ji bo vê jî projeya me ew e ku gel bixwe xwe birêve bibin. Ger projeya Federalîzma Demokratîk pêk were, wê hemû gel li dora wê kombibin xwe bi rêve bibin. û wê her gel bikaribe xwe birêve bibe. Hewildanên hêzên hegemonîk wê li hember gelê Kurd têk biçin. Dê projeya Federalîzma Demokratîk li Rojavayê Kurdistan û Bakûrê Sûriyê biserbikeve."
'Jin pêşengiya serkeftina gelan dike'
Rûkenê anî ziman ku jin pêşengiya projeya federalilya demokratîk dike û wiha pêde çû, "Kongraya Afirînerên Aşîtiyê ya jinên Sûriyê li Lûbnanê pêk hat. Xalê herî sereke yê kongrê pêşengiya jinan û yekbûna gelan bû. Weke jin jî em hewl didin ku projeya Federalîzma Demokratîk bêxin zagona bingehîn ya siyaset û jiyana gelan. Rojevê jinan yê herî sereke jî avakirina bingeha civakê û çareser kirina qeyrana civakiye. Armanca me wek tevgera jinan pergala çînayetî di nava gelan de rakirine û avakirina jiyana demokratîka gelane. Em û jinên li Sûriyê jî hatin gel hev. Me nîqaş kirin ka em çawan dikarin ji pirsgirêkên gelan re çareserî avabikin. Hevdîtin encamên xurt dan me. Em di vê baweriyê de ne ku tevahî jinên siyasetmedar wê bibin hêza çareseriyê ji civakê. Sîstema Federaliya demokratîk bi pêşengiya jin ew ê bi serkeve."
'PDK'ê Deriyê Sêmalka kiriye cihê rişwetê'
Rûkenê destnîşan kir ku polîtîkayê PDK û AKP'ê hevpare û wiha dirêjî da gotina xwe, "PDK'ê Deriyê Sêmalka wek mertalekê dixwaze bi kar bîne û ev derî kiriye ciyê rişwetê. Lê divê bê zanîn gel dê van sînoran nepejrîne. Sînor dê bi hêza gelan bê rakirin. Mînaka vê yekê di berxwedana Kobanê de me dît. Gelê bakûrê Kurdistanê bi berxwedanek mezin sînor rakiribûn û piştgirî dan gelê Kobanê. Lê divê ev mijar bê fêmkirin, pêwîste mirov li ser deriyên mirovahiyê siyasetên qirêj neke. Siyaseta PDK û AKP'ê wek hevin. PDK'ê li vir derî digire, AKP jî li Bakûrê Kurdistanê bajarên Kurdan hildiweşîne û komkujiyan çêdike. Ji ber wê jî siyseta herdu hêzan ji hev ne dûr e. Li cihekê bi balafir û hovîtiyên jiyana gelan tê tunekirin, li milê din jî dixwazin gel birçî bikin û wiha jî bi xwe ve bidin girêdan. Em wek Gelê Kobanê tucarî piştgiriya Bakûrê Kurdistanê ji bîr nakin û em dibêjin gelê bakûrê Kurdistanê ne bi tenê ne."
Rûkenê di dawiyê de jî got heya dawî ji bo înşakirina federaliya demokratîka gelan ew ê têbikoşin û berxwedana xwe bilind bikin û got, "Serkeftin wê ya gelan be."
(en/rc)