Zehmetiyên astengdaran piştî dorpêça li ser Efrînê

09:02

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN - Ji ber pirsgirêka dorpêça li ser Kantona Efrînê herî zêde zarokên astengdar bi awayeke neyînî bandor dibin. Dayikên zarokên astengdar têkîldarê rewş û derûniyê zarokên xwe axivîn û wiha gotin, "Ji ber şert û mercên şer em nikarin zarokên xwe derman bikin."

Ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê bi taybet jî dorpêça li ser Kantona Efrînê, di pir aliyan de jiyana civakê bandor dike. Ji vê rewşê herî zêde jî zarokên astengdar dibin maxdûr. Zarokên astengdar ji ber nikarin dermanên xwe bi aweyek hêsan pêşwazî bikin, rewşê wan yê derûnî xirabtir dibe. Dayika zarokên astengdar rewşa zarokên xwe anîn ziman û daxwaza alîkariyê kirin.

Dayîka Nîhad Ebdulrehman (33) Esmehan Hemada diyar kir ku zaroka wê ji biçûkanî ji ber nexweşî astengdar bûye û wiha got, "Me di destpêkê de Nîhad bir gel gelek bijîşkan, lê belê çareserî ji nexweşiya wê re nehate dîtin. Keça min carna ji kontrolê derdikeve û zirarê dide derdor û xwe. Lê tenê ez dikarim wê aram bikim. Hertim divê derman bikar bîne û divê jê derman qut nebe. Niha rewşa aborî ya Kantonê zêde baş nîne. Jixwe derman jî kêm in. Ev yek min ditirsîne. Ez hêvî dikim ev dorpêç dawî bibe."

Fezîle Mistefa jî ji bo kurê xwe yê astengdar bi navê Cûdî ku 12 salî ye wiha got, "Kurê min di zaroktiya xwe de hewale (HAVALE) derbas kir. Min bire bijîşk, lê çênebû. Li Malê bêhna wê diçike, nikare bimeşe. Ez dixwazim jê re kursiyeke bi teker bistînim, lê derfetên me ên madî lewaz in. Ev jî hem wî hem jî min pir xemgîn dike. Ez jî nikarim ji ber kurê xwe derkevim. Ez xwarina wî û hemû pêdiviyên wî yên jiyanê pêk tînim."Fezîle ji rêxistinên mafên mirovan dixwazê alîkarî ji zarokên atengdar re bikin kir û hêvî kir ji kurê wê re kursiyeke bi teker were dayîn da ku Cûdî bikaribe li derve bigere û hinekê nefes bigre.

Xalîde Hiso jî wiha qala rewşa keça xwe ya astengdar kir, "Keça min navê wê Mizgîn Ehmed e. Niha ketiye 20 saliya xwe, 7 sal berê bi nexweşiya Hewaleyê ket û astengdar bû. Di encama dermankirinê de tenê karî bimeşe, nikare biaxive û xwarinê bixwe. Karên xwe yê şexsî nikare pêk bîne. Pêwîstiya wê bi alîkariya keseke din heye. Em daxwaz dikin ambargoya li ser Kantona Efrînê were rakirin û ez bikaribim keça xwe bibim gel bijîşkên pispor ku jê re çareyekê bibînin."

(ms/rc)