Azadiya jinên Minbicê kelecanê dixe nava jinên Tirkiyê

09:03

JINHA

STENBOL - Her diçe jimara jinên li Minbicê azad dibin, rengê dîlgirtinê bi çarikên reş re di avêjin û bi kincên renga reng dikevin nava jiyana nû. Jinên aliyê Tirkiyê jî diyar kirin ku azadiya jinên Minbicê wan dixe nava kelecanê.

Bi despêkirina operasona Raka yê re çeteyên DAIŞ'ê yên ku bi îskenca zayendî û fiziki ser jinan kirinê di hişê mirovan de mayî hem ji binhişiyê hem jî ji erdnîgariyê tên sîlkirin. Niha jî li cihê zilma DAUŞ'ê jinên çarikê bi zorê li wan hatîn kirin avêtin û bi kincên renga reng ketin nava jiyana nû navê xwe di binhişiyan de dan cihkirin. Despêkê hamleya Raka yê bi fermandariya Rojda Felat hat despêkir. Paşê jî wêneyên azadiya jinên Minbicê hêvî da jinên Tirkiyê.

'Me ew çarik nehilbijartine'

Aktivista feminist û Endama Komisyona Jinan a Komeleya Hiquqnasên Azad (OHD) Diren Cevahir Şen da zanîn ku dema wê dîmenên azadiya jinên Minbicê û avêtina çarikên reş dîtiye bikelecanbûye û wiha domand: "Min dîlgirtinek wiha jiyan nekiriye, ew tiştek çawaye bêguman tênagihim. Lê her demê deshilatiyê xwestiye jinan kole bikin. Ew çarik me jinan ne hilbijartiye. Jin dixwazin azadbibin."

'Jinan peyam da me jî'

Diren destnîşan kir ku li Tirkiyê jî bi gotinên Serokomar û deshilata siyasî jin tên kolekirin û wiha berdewam kir: "Em dibêjin hişmendiya DAIŞ'ê ev gotin jî parçeyek ji wê hişmendiyê ne. Dema ku jin azad dibin wan çarikan diavêjin û dê hîna jî bavêjin. Li gel di herêma şer de jîbûn, ew çalakiyek gelek giring û sembolbû. Jinên çarik avêtin peyam dan me jî. Ji bo azadiya jinan û gelan hamleya bi pêşengiya Rojda Felat hatî despêkirin jî gelek giringe. Ev jî ji bo azadiya me pêşketinek gelek giringe û ji bo me jinan peyameke."

'Dema ew azad dibin em jî kelecanî dibin'

Berdevka Meclisa Jinên Sosyalist a Stenbolê Pinar Turk jî got: "Dema ku li Minbicê jinên azad dibin çarikan di avêjin, em li vêderê bi kelecan dibin û ew kelecan bandorê ser xebata me jî dike. Di nava dilê Rojhilata Navîn de şoreş dipişkive, her roja diçe ew şoreş mezin dibe. Dema ku ser dipeyîvim jî kelecan digirim. Li wê dema ku jin çarikên reş diavêjin divê em jinên li vêderê jî hemû rengên xwe têxin nava xebatên qadan. Emê bi hêza ku me jin jinên Rojava, Kobanê û Rakayê girtî li vêderê jî têkoşîna xwe mezin bikin."

(zt)