'Koçberan weke deriyê qazancê dixebitînin'

09:45

Dilan Babat/JINHA

WAN - Sekretera Şaxa ÎHD'a Wanê Ozlem Altun diyar kir ku penaber ji ber travmayên şer welatê xwe dihêlin û tên, li welatên dinê jî rastî bêmafiyan tên û got: "Yekîtiya Ewrupa li gel Tirkiyê li cihê pirsgirêkê çareser bikin, rewşa penaberan dikin mijara bazarê."

Penaberên ji ber şerê navxweyiyê Suriyê koçberî welatên cudabûne rastî zoriyan tên. Koçberên xwestin biçin welatên Ewrupayê ji neçarî rêyên qaçax bikaranîn ji bo wê jî gelek windahî dan. Koçberên li Kurdistan û Tirkiyê jî mane di nava kolanan de têkoşîna jiyanê didin. Koçberên dixebitin heqdesta xwe nagirin, gelek ji wan jî ger û destê xwe vegirtinê tercîh dikin. Koçberên li kolanan dijîn ji hemû mafên zagonî bêparin. Sekretera Şaxa ÎHD'a Wanê Ozlem Altun di Zeriya ya Egê de rêyên qaçaxiyê karanîna koçberan û xeniqîna Alan Kurdî nirxand

Ozlem destnîşan kir ku di Yekîtiya Ewrupa û Danezana Mafê Mirovan a Gerduniya Netewên Yekbûyî de kesên li welatê xwe zilmê dibînin mafê derbazî welatekdinê bûn heye û wiha domand: "Em di çapemeniyê de dibînin Ewrupa mafê koçberan ên bingehîn dike mijara bazarê. Li ser sînoran koçber rastî şertên zor tên. Em hemû ser mediyayê û televizyonan bûn şahidê hêrsa bav û kurê li ser sînorê Maceristanê ji aliyê rojnamegeran ve hatî kêşan."

'Ji sedî 50,8 koçberên cîhanê jinin'

Ozlem da zanîn ku di mijara koçberan de di aliyê hiquqî de welat kêm mane, koçber ji pêdiviyên xwe yên mirovî mehrum mane û wiha berdewam kir: "Li gorî daneyên komisyona bilind a Netewên Yekbûyî nîşandayî ji sedî 50,8 koçberan jinin. Di rêyên koçberiyê de jin ne tenê berpirsyariya xwe ya zarokên xwe jî digirin. Herî zêde jinan para xwe ji hovîtiya DAIŞ'ê girtin. Li Rojava, Suriye û Şengalê jinên dîl girtin bi hişmendiya xwe ya koledar û kevneperest ve weke ganîmet bikaranîn. Di bazarên koleyan de jin firotin û mafê wan îstismar kirin. Weke ku ev jî têrnake bi hovane qetilkirin."

'Ji Suriye milyonek û 800 hezar koçber hatine'

Ozlem bilêv kir ku li gorî daneyan ji Suriyê milyonek û 800 hezar koçber hatine û wiha dom kir: "Her roj bi hezaran koçber dikevin nava Tirkiyê. Weke ku travmayên şer têrnake welatên ku koçber diçinê jî rastî pirgirêkên civakî û aborî tên. Li Tirkiyê jî rewşa koçberan bi awayek ne li gorî nirxên mirovî dene."

(zt)