4. konferansa SMŞ ya Til Temir bi dawî bû

10:01

JINHA

TIL TEMIR - 4. Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan a bajar bi biryarên girîng dawî bû.

Konferansa Çaremîn ya Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temir duh li Salona Saziyê hate lidarxistin. Bi dehan ji nûnerên sazî û rêxistinên bajar jî di konferansê de amade bûn. Nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, TEV-DEM û Desteya Karûbarên Şehîdan jî di konferansê de cih girtin. Konfernsa ku bi axaftina vekirina despêkir, bi xwendina dahurînên Rêberê PKK'ê yên di derbarê pakrewanên azadiyê de dewam kir. Paşê ser navê rêxistin û saziyan axaftin hatin kirin. Di dirêjahiya rûniştina konferansê de peyam hatin xwedin û paşê rapora xebata salekê ya saziyê hate xwendin.

Konferans heya derengiya êvarê dirêj kir û di dawiyê de biryarên girîng hatin girtin. Xalên sereke yên wek biryar derketin evin:

"-Vekirina parkekê li bajêr, bi navê şehîdan.

-Vekirina dewreyek perwerdê ji bo malbatên şehîdan.

-Vekirina doz û gilîkirin ji ENKS ji ber bi nirxên şehîdan leyîstine."

Konferans bi sondxwarina endamên meclise bi dawî bû.

(sş/ja)