Êdî jinên Ebû Qalkalê bi azadî dikarin biçin nexwşexanê
11:41
Deniz Yeşilyurt/JINHA
MINBIC - Li gundê Ebû Qalkal ê ku demdirêj dibin zilma DAIŞ'ê de mayî û di çarçoveya hamleya hatî despêkirin de azadbûyî xebatên rêveberiya xwecihî despêkirin. Ji bo avakirina pergala rêveberiyên xwecihî li gundê Ebû Qalkal ê weke herêma pilot hilbijîartîn firin hat vekirin, nexweşxane hat vekirin û welatî ji bo pêdiviyên xwe yên dinê ketin nava tevgerê.
Operasona bi navê Şehit Faysal Ebû Leyla ji bo azdiya Minbicê di 1'ê Hezîranê de hatî despêkirin bi hemû leza xwe berdewam dike. Di çarçoveya hamleyê de heya niha gelek gun û mezra hatin azadkirin. Yek ji deverên hatîn azadkirin gundê Ebû Qalqal ê ku yek ji cihên herî zêde zilam DAIŞ'ê lê hatî jiyankirine. Bi azadkirina gund re xebatên rêveberiyên xwecihî despkirin û bi alîkariya welatiyan berdewam dike. Meclisa Gel a Minbicê despêkê ev gund weke herêma pilot nîşanda. Li gel ziyaretkirina malan, vekirina firinê, belavkirina nan û mozotê nexweşxane jî ji bo xizmeta gel dest bi xebatê kir.
Di nexweşxanê de 6 bijîşkên ereb xizmetê dikin
Dema ku em çun nexweşxanê li wê hebûna bi dehan jin û zarokan bala me kişand. Paşê em hînbûn ku di dema DAIŞ'ê de nexweşxane ji bo jin û zarokan qedexebû. Xebatên nexweşxane bi xebatên 6 bijîşkên ereb ên bi dildarî hatine di nexweşxanê de dixebitin berfireh dibe. Nexweşiyên li wê nayên çareserkirin sewqî Nexweşxana Kobanê dikin. Bijîşkên nexweşxanê diyar kirin ku derman û amêrên amelyatê kêmin û ew li benda alîkariyê ne.
Jinan di nexweşxanê de dest bi xebata dildarî kirin
Piraniya xebatkarên nexweşxanê jinin û ew jî weke bijîşkan bi dildarî dixebitin. Ji jinên di nava nexweşxanê de dixebite Hurriye Xalit diyar kir ku ji bo nexweşiyên di dema DAIŞ'ê de derbasbibin ew bi dil û can dixebitin, ji ber kêmbûna dermanan jî ew li benda alîkariyê ne. Jinan dan zanîn ku di dema DAIŞ'ê de jinekê ji ber nekarî biçe nexweşxanê û bê qontrolkirin hindikmabû çavê xwe winda bike bi zorê Meclisa Leşkeriya Minbicê rizgar kir. Jinek dinê jî dema ku zaroka xwe bir nexweşxanê DAIŞ'ê pere xwest ji ber pere nedayê zaroka wê seqet ma.
(zt)