Zaroka ket qenalê avê jiyana xwe jidest da

12:18

JINHA

EDENE - Li Edeneyê Zaroka bi navê Emîne Gul a 11 salî şevê din ketibû qenala avê ya aîdê DSÎ'yê jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Seyhan a Edeneyê zaroka 11 salî ya bi navê Emîne gul duh ketibû qenala avê ya aîdê DSÎ'yê û piştî ku avê li ber xwe bir winda bû. Piştî lêgerîna li herêma buyerê cenazeyê Gul hatiye dîtin.

Cenazeyê zaroka 11 salî ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê.

(zt)