Kongreya Star komkujiya Şêx Meqsûdê şermezar kir

14:44

JINHA

QAMIŞLO - Kordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyeke nivîskî komkujiya li taxa Şêx Meqsûd şermezar kir û ji gelê Kurd xwest li beramberî her cure êrîşan berxwedanê bilind bikin.

Kongreya Star di derbarê komkujiya çeteyên Koalîsyona Sûriyê ya ku şeva 18'ê mehê ji taxên Benî Zêd û Sekin El Şebabî bi çekên giran êrîşê taxa Şêx Meqsûdkirin û di encamê de 8 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birînar bûn, daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev hovîtî bi zimaneke tund mehkûm kir.

Daxuyaniya kordînasyona Kongreya Star wiha destpê dike: "Komkujiyên ku çeteyên hov li ser gelê sivîl li Şêx Meqsud pêk tînin, bi armanca qirkirina gelê Kurd e, hemû pîvanên exlaq û mirovahiyê binpê kirine. Topbarana hovane li ser taxa Şêx Meqsûd ku di rojiya meha Remezanê pêk hat, bû sedema kuştin û birîndariya bi dehan hemwelatiyên me. Çeteyên Koalîsyona Sûriyê xwe wek muxalefeta rejîmê bi nav dikin, lê belê tenê kiryarên wan zirarê dide gelê Sûriyê. Çeteyên Koalîsyonê êrîşê gelê me yê berxweder li taxa Şêx Meqsûd dike. Gelê me bi salan e li jêr dorpêçeke giran li taxê li ber xwe dide. Di encama vê hovîtiya çeteyên Koalîsyona Sûriyê de endama rêxistina me û di heman demê de endama Saziya Malbatên Şehîdan a li Şêx Meqsûd Elmaza Seydo Ebdo jî şahîd bûye. Em ji malbata Elmaza Seydo Ebdo û tevahiya malbatên ku xizmên wan di vê komkujiyê de şehîd bûne, sersaxiyê dixwazin û ji birîndarên xwe re şîfaya acîl daxwaz dikin."

Di daxuyaniya kordînasyona Kongreya Star de derbarê qetilkirina endama wan Elmaza Seydo Ebdo de wiha tê gotin "Endama me Elmaza Seydo Ebdo di têkoşîn û xebata xwe de pir kedeke mezin daye û dê bîranîna wê ji bo rêya me ya têkoşîna azadiya jinê bibe ronahiyeke mezin. Li jêr meşaleya şehîdên xwe emê hêzên êrîşker li ser axa xwe têk bibin û teqez serkeftinê bikin para gelê xwe."

Daxuyanî wiha dawî dibe "Em van êrîşên hovane yên çeteyên Koalîsyona Sûriyê bi tundî şermezar dikin û ji gelê xwe yê berxwedêr û qehreman bi taybet jinan dixwazin têkoşîna azadiya welat û berxwedana têkbirina çeteyan bilind bikin."

(en)