SGDF: Em komkujiya Pirsûsê jibîr nakin

15:16

JINHA

AMED - Ciwanên SGDF'î ji bo bîranîna komkujiya Pirsûsê hatin bahev û daxuyanî dan.

Endamên Federasyona Komeleyên Ciwan ên Sosyalîst (SDGF), di 162'ê hezîranê de bi boneya "Ji bo Pirsûsê edalet" çalakî dabûn destpêkirin. Di çalakiya 4'emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşuyolu daxuyanî dan. Parlementera HDP'ê Meral Daniş Beştaş jî tevlî çalakiyê bû û li ser navê ciwanên SDGF'î Şara Akinci axivî. Şara diyar kir ku ciwanên hatine qetilkirin hêvî xistibûn çenteyên xwe û berê xwe dabûn Kobanê. Şara bi lêv kir ku bi Pirsûsê re konsetpek a şer hatiye destpêkirin û îro ev şer li Kurdistanê belav bûye.

Şara da zanîn ku qetlîama Pirsûsê amadekariya konsetpa şer bû û axaftina xwe wiha domand: "Berpirsyarê vê qetlîamê tenê ne DAIŞ e. AKP'ê û DAIŞ'ê ev qetlîam bi awayekî hevkarî kirin. Ji ber vê yekê kujer nayên dîtin û nayên darizandin. AKP û qesr berpirsyarê kuştina Tahîr Elçî ne. Ji ber vê yekê em dibêjin ji bo Pirsûsê edalet, ji bo Tahir Elçî edalet."

Parlementer Meral Daniş Beştaş jî got ku qetlîama Pirsûsê destpêka şer e û ev roj di dîroka Tirkiyeyê de rojek reş e. Meral da zanîn ku ciwanên li Pirsûsê hatine qetilkirin ji bo piştgiriya bi gelê Kobanê û kurd re berê xwe dan Kurdistanê. Meral diyar kir ji ber ku desthilatdariya AKP'ê kujerên vê qetlîamê dernaxe holê berpirsyar ew bi xwe ne.

(zt)