Li Rojava perwerdeya ziman berdewame
15:40
Sorgul Şêxo/JINHA
TIL TEMIR - Mamoste Mizgîn Mihemed di derbarê xebatên perwerda ziman de got: "Em ji bo avabûna şoreşa Rojava xebatên perwerdeya zimanê dayikê bi taybet Kurdî ku hatibû qedexekirin, girîng dibînin. Lewma di mehên bitlaneya dibistanê de giranî da dewreyan. Em wek mamosteyên SZK'ê jî hewl didin kesên serlêdana me dikin, çi li gund çi jî li navenda bajêr fêrî Kurdî bikin."
Di betlaneya dibisanan de,jin û ciwan ji bo fêrbûna zimanê dayîkê bi elaqeyeke mezin berê xwe dane Saziya Zimanê Kurdî. Di dewreyên SZK'ê ya bi navê Şehîd Şînda de, 140 xwendevan fêrî ziman dibin. Yek ji xwesteka gelê Kurd e ku bikaribe mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bi dest bixîne, bi şoreşa Rojava re hemû pêkhateyan mafê perwerdeya bi zimanê xwe bi dest xistin. Elaqe û hezkirina fêrbûna zimanê dayîkê jî civakê ber bi dewlemendiya pir-çandî ve dibe û wiha rojavayê Kurdistanê li ser hîmê zimanê dayîkê ava dibe. Pêşketinên li Rojava di aliyê fêrbûna zimanê dayikê de her diçe zêdetir dibe.
Rêvebera SZK a bajar, Mamoste Mizgîn Mihemed Elî xebatên saziyê wiha anî ziman: "Em ji bo avabûna şoreşa Rojava xebatên perwerdeya zimanê dayikê bi taybet Kurdî ku hatibû qedexekirin, girîng dibînin. Lewma di mehên bitlaneya dibistanê de giranî da dewreyan. Em wek mamosteyên SZK'ê jî hewl didin kesên serlêdana me dikin, çi li gund çi jî li navenda bajêr fêrî Kurdî bikin. herwiha em hewl didin xebatê xwe li tevahiya gund û taxên bajar belav bikin. Ez ji zimanê Kurdî pir hez dikim. Ez xwendin û nivîsandinê nizanim. Lewre ev perwerde ji bo min pêngaveke girîng e. Xeyala min wiha pêkhat."
Fewziye Misto ya tevlî perwerda ziman bûye jî got: "Ez pir kêfxweşim û dixwazim ku herkes bi zimanê xwe bixwîne û fêr bibe."
Keça dayika Fewziye Evîn Silêman (20) jî got: "Zimanê mirov nasnameya mirove û çand û dîroka mirov diyar dike. Ez kêfxweşim bi dayika xwe re di refekê de dixwînim."
(en)