Yekemîn konferansa Jinên Êzidî li Kantona Efrînê
17:51
JINHA
EFRÎN - Bi dûruşmeyeya 'Emê fermana 74'emîn ji xwe re bikin sembola xwe rêxistin bikin' 1. Konferansa Jinên Êzidî ya Kantona Efrînê pêk hat.
1. Konferansa Jinên Êzidî a Kantona Efrînê bi dûruşmeya 'Emê fermana 74'emîn ji xwe re bikin sembola xwe birêxistin bikin' bi beşdariya 263 delegeyan despêkir. Di konferansa ku jinên êzidî, nûnerên saziyên jinê û Rêveberiya Xweser amade bûn, biryara xurtkirina têkoşîna jinên Êzidî hate girtin. Salona konferansê bi posterên têkoşeran û pankartên 'Tenê bi rêxistinêbûnê, em destên ku dirêjî jin bibe bişkênin', 'Yekîtiya Jinên Kurd, misogeriya jiyana azad e' û 'Bi ruhê berxwedaniya Xanê, Bêrîvanan û YJŞ emê rêxistina xwe xurt bikin' hate xemilandin. Di serî de ji bo giyana kesên di têkişîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayî deqeyek rêz hat girtin. Endama Koordînasyona Kongreya Star Zelal Ciger axaftina vekirinê kir.
Di dawiyê de rêveberên Desteya Jinên Êzidî hate hilbijartin. Rehîme Dado, Cîhan Elo û Eyşe Seydo bi piraniya dengan hatin hilbijratin.
Konferans bi govend gerandinê dawîbû.
(fr/zd)