Meclisa Jinên HDK'ê: Sêvê û Şehriban simgeyên jinan in

09:04

Filiz Zeyrek/JINHA

EDENE - Bi armanca hêzdarkirina xebatên Têkela Jinn HDK'ê li Edeneyê Meclisa Jinên HDK'ê hat avakirin. Di 23'ê hezîranê de bi diruşma "Şekir û nanê xwe bigire û were" dê şêwirmendiya bi gelê Geverê re zêdebikin. Endama Meclisa Jinên HDK'ê Derya Çiçek diyar kir ku Sêvê û Şehribanên li qadên rêveberiyên xwecihî jiyana xwe ji dest dan sîmgeyên jinan in.

Têkela Jinên HDK'ê yên Edenê li avahiya Navenda HDP'ê ya bajêr kombûn û bi daxuyaniyekê Meclisa Jinên HDK'ê îlan kirin. Xebatên despêkê yên meclisa ku ji 15 kesan pêktê dê kampaniye ya bi diruşma "Ji Cizîr heya Surê Piştevanî" be. Di derbarê meclisa nû hatî avakirin de encama meclisê Derya Çiçek û dazanîn ku hemû sazî ji beşên jinan ên xweser avadibin, ew jî dê dibin banê Meclisa Jinên HDK'ê de zêdetir rêxistinbûna xwe mezin bikin.

'Meclisa HDK'ê ji jinên nava saziyan û jinên serbixwe avadibe'

Derya, destnîşan kir ku dê weke jinên demdirêje di nava HDK'ê de xebat dikin zêdetir xwe berfireh bikin û wiha domand: "Bi tayîbetî jî demê dawiyê bi hişmendiya mêran û dewletê gotinên ser bedena jinê tên kirin ruyê pêvajoyê nîşan dide. Hedefa me ya sereke rengê jinê dayîna siyasetê û avakirina civakek azade."

'Ji bo şêwirmendiya bi Geverê re jin ser sofreya ruyê erdê gihan hev'

Derya bakişand ser xebatên wan weke Meclisa Jinên HDK'ê. Derya bilêv kir ku dê di 23'ê hezîranê de weke Meclsia Jinên HDK'ê li ser sofreya ruyê erdê bigihin hev û bi durişma "Şekir û nanê xwe bigire û were" li Merkez Parkê bicivin û got: "Emê ji bo heyeta xwe ya ku di hezîran û temuzê de biçe Geverê jî komunê avabikin. Dengek bihêz dayîna Geverê bi tevlîbûna me tevan gengaze."

(zt)