Tehmûla wan hember darên Xaçortê jî nîne!
09:05
JINHA
WAN - Li Taxê Xaçortê ya rêya Armûşê polîsan bi dozeran darê baxçeyê welatiyan ji kokê hildike. Jinên li hember vê yekê bertekê xwe anîn ziman û wiha gotin, "Dewlet bi zanabûn êrîşê me dike, armancê wan axê bi me dane terk kirine. Ji ber ku dixwazin herêmê valabikin û xwezayê tune bikin. Lê divê bê zanîn em ê tu caran axê xwe terk nekin."
Li Wanê di 30'ê Gulanê de li taxa xaçortê ya girêdayî rêya Armûşê ya Wanê de teqînêk pêk hat. Di encamê teqînê de du polîs hatin kuştin. Piştî teqînê gelek maşîneyên zirxî û polîs çûn cihê bûyere. Bûyer li ber deriyê welatiyên Xaçortê pêk hatibû. Hêzên dewletê jî piştî bûyerê li derdorên avahiyên welatiyan dorpêç kirin. Di dorpêç kirina avahiyê de hêzên dewletê dîwarên avahiyan û nêzîk 100 darên fêqiyan bi kepçe û dozeran xira kirin û darên fêqiya jî ji kokê de hilkirin. Jina bi navê Narînç Yildiz diyar kir ku dewletê her tiştê wan talan kiriye û wiha got, "Ajalên me avahiyên me û darên me yên fêqiyan 10 deqeyan de hilweşandin. Me salên xwe da baxçeyên xwe."
'Keda 30 salan 10 deqeyan de hat qetil kirin'
Narînçê anî ziman ku polîsan roja bûyerê kur û bûka wê birine îfadê û wiha dewam kir, "Piştre jî bi wesayîtên xwe yên zirxê ve ketin nava baxçê min û hemû darên fêqiya jêkirin. Me salên xwe dan baxçê xwe. Keda 30 salan li ser wan daran hêbû. Lê mixabin dewleta tirk deh deqeyak de keda 30 salan windakir. Dema ku min darê xwe danî wê demê de kes derdorên me tunebû. Av tune bû. Me ew darên fêqî bi kedên mezin avdida." Narinç bilêv kir ku zarok û neviyên wê bi darên fêqiyê yên baxçê mezin dibûn û wiha pêde çû, "Her kes sûdê ji wan daran digirt. Tahamûla wan li daran jî nehat. Zilma xwe li ser daran pêk anîn. Aboriya me li ser darên me bû. Em ê niha çi bikin. Ji ber em kurdin dewletê wiha dike. Dewlet bi zanabûn êrîşê me dike, armancê wan axê bi me dane terk kirine. Ji ber ku dixwazin herêmê valabikin û xwezayê tune bikin. Lê divê bê zanîn em ê tu caran axê xwe terk nekin."
'Me debara xwe bi daran dikir'
Halîse Yildiz jî nerazîbûna xwe anî ziman, "Gelo darên me çi kiribû ji dewletê ku xwezayê jî qetil dike. Baxçê me ji bo me gelek girîngbû. Her sal zarokên me cîranên me sûdê ji baxçê digirt. Me debara xwe li ser baxçê pêk tanî. Civîka hêlînên xwe li ser daran çêdikirin. Xweza hat qetilkirin. Baxçê me de hemû darên fêqiyê hêbûn. Gûz, sêv, alû, hermî, mişmiş û gelek fêqiyê din jî hêbû. Dewletê derman li mala me kirin. Zarokên me nikarin bikevin malê. Heya ajalên me jî di nav baxçêyê de kuştin û hemû li wan deran wisa man. Xweza ajal û jiyana me qetil dikin. Tehmûla wan hember darên Xaçortê jî nîne"
(hk-htk/rc)