Aktîvista İtalyan: Ya li Cizîrê hat jiyankirin qirkirina nijadiye

09:06

JINHA

STENBOL - Aktivista İtalyan Lucia Giusti ya ku çu Cizîrê çavdêriyên xwe anî ziman û tiştên li wê hatin jiyandin weke 'qirkirina nijadî' binav kir. Lucia got: "Em bi jinên ku zarok û hevjînê wan di jêrzemînan de hatin şewitandin re axivîn. Bajar hatiye xirakirin û şewitandin. Ev qirkirina nijadiye."

Ev nêzî 16 salane 'ji derveyi sînoran' dibiniya 'Verso Il Kurdıstan Associazione' (Komeleya Ber bi Kurdistanê ve) xebatên xwe berdewam dikin. Endamên komeleyê çun Cizîrê û di derbarê tiştên hatin jiyandin de çavdêriyên xwe par kirin. Komeleya ku demdirêje bi komeleyên Goç-Der, TUHAD, Meya-Der'ê re di nava têkiliyan de, berî niha jî ji bo berfirehkirina têkiliyan çobû Rojava. Ji endamên komeleyê Lucia Giusti tiştên li Cizîrê hatî jiyandin weke 'qirkirina nijadî' binavkir.

'Ev qirkirina nijadiye!'

Lucia da zanîn ku di rojên derbasbûyî de ew çuye Cizîrê û wiha axivî: "Divê despêkê ez vê bêjim; Gelê kurd gelek biromete. Ez li Cizîrê carekdinê jî bûm şahidê vê. Despêkê em çun ber masê kirizê. Me hinek alîkarî kir, tiştên ku me dikarî bikin hebûn. Me bi malbatên ku xizmên xwe windakirî re hevdîtin kir. Em bi jinên ku di jêrzemînan de hevjîn û zarokên wan şewitiyî re axivîn. Bajar xirabûye, şewitiye. Ev qirkirina nijadiye."

Lucia bilêv kir ku ew li ser banga Koç-Der'ê çun Cizîrê û wiha domand: "Dema ku wan jî bang kir me xwest em biçin çavdêrî bikin. Dema ku em bigihin Îtalya emê bi daxuyaniyek çapemeniyê çavdêriyên xwe vebêjin. Emê rastiya qirkirina nijadiya hatî jiyankirin bidin nîşandan."

Lucia anî ziman ku jinên kurd bi fedekarî û berxwedana xwe ji hemû jinên cîhanê re bûne mînak û wiha dom kir: "Tenê hêviya Kurdistanê jinên kurdin."

(zt)