Tax bi tax geriya û mizginiya şoreşê da jinan
09:06
JINHA
ŞIRNEX – Endama KJA’yê Şehrîban Altunişik ku di êrîşên Şirnexê de jiyana xwe ji dest da, beriya bê qetilkirin li Şirnexê tax bi tax geriyaye û şanoya ji bo jinan amade kiriye lîstiye. Şehrîbanê soza wê di rêya Sêvê, Pakîze û Fatmayê ku li Sîlopiyê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin, bişeme da û nîşan dide ku şoreş nêze.
Li Şirnexê bi mehane êrîşên qirkirina dewletê berdewam dikin. Gelê Şirnexê yên mal û taxên xwe terk nekirin bûn hedefa êrîşan. Yek ji van kesên ku hat qetilkirin endama KJA’yê Şehrîban Altunişik ya ji destpêka êrîşê heta dawî bajar terk nekir bû. Şehrîbanê her dema jiyana xwe ji bo gelê Kurd û têkoşîna azadiya jinê veqetand. Me xwe gîhand vîdeoyek ku Şehrîbanê ji bo 8’ê Adarê amade kiriye. Di Şanoya ku ji bo roja jinan taybet hatiye amadekirin, Şehrîban balê dikişîne ser berxwedana YPS-JIN’ê û di vîdeoyê de soz dide ku wê di rêya Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar de biçe.
‘Şoreş nêze’
Şehrîbana ku bi rojan tax bi tax geriya, şano ji bo jinan amade kiriye. Şehrîban di şanoyê de rola jineke malê dilîze. Piştre Şehrîban beşdarî YPS-JIN’ê dibe. Banga bilindkirina têkoşînê dike. Di dawiya lîstikê de Şehrîban posterê Lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan vedike û vê helbestê dixwîne:
“Sêvê, Pakîze û Fatma bê tirsin
Bê tirs di rêya xwe de meşiyan
Min jî ji bo xwîna wan li erdê nemîne serî hilda
Ezê têkoşîna wan bilind bikim
Min serî li ber dijmin netewand, min têkoşîn meşand
Min wek jinekê, wek dayikekê têkoşîn meşand
Ez bawerim ku hemû jinên cîwanê wê li dijî vê zilmê serî rakin
Wê têkoşîna me bilind bikin
Ez bawerim em jin wê azad bibin
Emê bibin yek û bîhna azadiyê bigirin
Şoreş nêze
Ez bawerim jin azad bibe û Serok Apo jî azad bibe”
(hu)