Jinên Koçber hovîtiya DAIŞ vegotin
12:42
Fîdan Rêzan/JINHA
EFRÎN- Bi hezaran koçber ji herêmên cuda yên Sûriyê berê xwe didin Kantona Efrînê. Jinên koçber gotin, "Çeteyan xizmên me qetilkirin. Em neçarê koçberiyê kirin. Ji bo zarok û jinan her roj îşkence bû. Ez ji şervanên azadiyê yên PKK'ê û YBŞ-YJŞ hêvî dikim ku berê xwe bidin Mûsûlê jî û wek ku Şengal çawa rizgar kirin, bila Mûsulê jî paqij bikin."
Tevgra koçbertiyê ber bi Kantona Efrînê dewam dike. Ji 25'ê Gulan ve ku li herêmên cuda yên Sûriyê şer di navbera çeteyên DAIŞ, El Nûsra û Koalîsyona Sûriyê zêde bûye, gel berê xwe dide axa ewle Kantona Efrînê. Jinên koçber diyar kirin ew dixwazin demek beriya demekê vegerin ser axa xwe.Endama Asayişê ya benda kontrolê Rîm Mihemed jî li ser rewşa koçberên ku derbasî Kantona Efrînê dibin agahî da. Rîmê diyar kir di rojên dawî de nêzî hezar kes ji El Şehba koçberê Kantona Efrînê bûne û got, "Ji bo alîkariyê koçberan û ewlehiya kantonê em nava hewildanê de ne."
Fatma El Hemûdê:Jin nikarîbûn derketana dervî malê. Ger derketibûna çeteyan ew ceza dikirin. Em tenê bi cilên reş û ebayên reş dikarîn biçin cihek."
Fetûm El Hisên: Bi şev çete dihatin û jin direvandin. Tu kes nizanîbû bi ku derê ve birin. Tecawûz li wan dikirin û digotin ew helaliya me ye! birastî me pir êş kişandin. Ez bang li QSD'ê dikim bila werin hewara gelê me û bajarê me rizgar bikin."
Meryem Ebdulah: Dema me jinan rûyê xwe negirtibûya, çete pir hêrs dibûn dijûn li me dikirin û li me dixistin."
Dila El Qadir: Ez hêvîdarim ku ev hemle pir zû bi encam bibe û em bi tevahî ji vê qirêjiyê xilas bibin. Çeteyan canê herkesê pir êşandin. Kurê min birin û ez nizanim çi bi serî wî anîne. Tenê hêviya min Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ye û ez ji wan re dua dikim."
Leyla Ehmed: Bi rastî çete pir bi hovane nêzîk jinan dibûn. Êrîşê malan dikirin. Hemû tiştên di malan de dişkandin. Bi taybet televîzyon û tiştên elektronîk dişikandin. Heta nedihiştin em hin xwarinan jî çêkin."
Sara Mihemed: Herdem li jinan dixistin. Hin rêzik ji ber xwe ve derxistibûn û em neçar dikirin ku li gor wan tevbigerin. Wek mînak jin nedikarî biçe bijîşk. Ez bi nexweşiya pençeşêrê ketime, ev nexweşî ji ber min nekarî derman bikim, girantir bûye."
Sebah Elî : Çeteyan endamên malbat û xizmên me kuştin. Em neçarê koçberiyê kirin. ji bo zarok û jinan her roj îşkence bû. Ez ji şervanên azadiyê yên PKK'ê û YBŞ-YJŞ hêvî dikim ku berê xwe bidin Mûsûlê jî û wek ku Şengal çawa rizgar kirin, bila Mûsulê jî paqij bikin."
(en/rc)