'Ozgur Gundem remza çapemeniya azade'
12:48
JINHA
STENBOL - Rojnameger Derya Okatan a di kampanyaya "Nobedariya Gerînendetiya Weşana Giştî" ya ji bo piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê de nobet dewr girt got, "Gundem remza çapemeniya azad e, ji ber vê divê xwedîtî lê bê kirin."
Kampanyaya piştevaniyê ya "Nobedariya Gerînendetiya Weşana Giştî" ya ji hêla rewşenbîr, rojnameger û nivîskaran ve bo Rojnameya Ozgur Gundema ku her rastî êrîş û lêpirsînan tê hatibû detspêkirin di roja 49'emîn de bi dewirgirtina nobedariyê ya Koordînatora Weşana Giştî ya Radyoya Ozgurê Derya Okatanê didome. Derya tevî xebatkarên rojnameyê beşdarî civîna nûçeyan bû û bo nûçeyan pêşniyarên xwe gotin.
Derya diyar kir ku bi beşdarbûna kampanyayê ew serfiraz e û dest nîşan kir ku Ozgur Gundem ji bo gelên Tirkiyeyê û çapemeniya wê li cihekî girîng e û bi bîr xist ku ew qewimînên li bajarên kurdan xwe didin der, bi saya Ozgur Gundemê hîn dibe û wiha axivî: "Êrîşên li hemberî Ozgur Gundemê, bo gelên rojava û bi taybetî yên Tirkiyeyê tê wateya çavgirêdanê. Divê em rojnameger jî bizanibin ku ev êrîş bes ne li hemberî Ozgur Gundemê ne, li hemberî hemû çapameniyê ne. Êrîşên li hemberî Gundemê tê wateya çavgirêdan û destbendiya dest û pênûsa hemû rojnamgeran."
Derya bertekên xwe nîşanî lêpirsînên ku derbareyê piştevaniyê hatine destpêkirin jî nîşan da û wiha got, "Ev lêpirsîn tên wateya ku bê em çiqas li cihekî durist in. Rojnameya Ozgur Gundemê rojnameya me ye, remza hemû kedkarên çapemeniyê û çapemeniya azad e. Ji ber vê divê xwedîtî lê bê kirin."
(zt)