Rêxistina Jinan a Rojava bi daxuyaniyek hevpar polîtîkayê PDK şermezar kirin

13:12

JINHA

QAMIŞLO - Li ber Navenda Kongreya Star a bajarê Qamişlo bi pêşengiya Kongreya Star û tevlîbûna rêxistin û saziyên jinan ên civaka sivîl, daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn û girtina Buroya Pêwendiyên Jinên Kurd REPAK ji hêla PDK'ê ve hate şermezarkirin.

Li ber Navenda Kongreya Star a bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê bi pêşengiya Kongreya Star û tevlîbûna rêxistinên Mala Jinê, Desteya Şaredariyê, Asayişa Jinê, Partiya Aştî, Mekteba Jinên Ereb ya girêdayî Meclîs El Wetenî, Rêxistina Sara, Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê, Weqfa Jina Azad û rêxistinên civaka sivîl yên jinan daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevbeş hate dayîn. Daxuyanî ji hêla endama Buroya Têkîliyên Dîplomatîk Raperîn Omer ve hate xwendin. Raperînê diyar kir ku asta têkoşîna jina kurd gihêştiye lûtkeya herî jor û wiha berdewam kir, "Di tevahî qadan de jin pêşengetiya pêvajoya avakirina şaristaniya demokratîk dike. Ji bo vê jî jina Kurd di serî de dibe armanca êrîşên hêzên ku berjewendiyên wan yên polîtîk hene. Êrîşên fizîkî, zayendî û bîrdozî ku bi rengeke hovane li ser jin tê kirin, hewl didin ku hêza wê ya çalak bişkînin."

Raperînê anî ziman ku di mijara qirkirina kurdan de PDK û hikûmeta AKP'ê li hev kirine û wiha pêde çû, "Hemû êrîşên ku li ser gelê Kurd tê meşandin peralêl bi hev re girêdayî ne. Êrîşên ku li ser buroya Tevgera Azadî li Helebçê pêk anîn û serdegirtina buroya REPAK'ê li Hewlerê û bi zihniyeta ku 19 jin di qefesa hesinî de li Mûsulê hatin şewtandin, heman e. Di encamê de ev hêz, îradeya gelê Kurd nasnakin."

Raperînê bal kişand ser hedefgirtina jinan û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ji bo vê êrîş dibin ser deskeftiyên hatin bidestxistin. Rêbazên êrîşên hêzên desthilatdar li ser jinê bi armanca ku rê li ber avakirina hêza jinê di aliyê wê yê polîtîk de bigre tê kirin. Hêza desthilatdar êdî vê rastiya ku jin di azadiya civakê de rola wê ya diyarker heye û hêza dînamîk a guherîn û veguherînê ye, baş fêm kiriye. Bi taybet rêxistinên jin yên ku asta têkoşîna jinê bi cîhanê didin nasîn, dibin armanca van êrîşan. Di vê dema dawiyê de êrîşa PDK'ê li ser REPAK'ê bi armanca şikandin û sînordarkirina têkoşîna jinê hatiye çêkirin. Bêguman ev ne cara yekemîne ku PDK'ê êrîşên bi vî rengî pêk tîne. Di dîroka têkoşîna me de, heya roja îro PDK'ê her wextê bi rola neyînî rabûye, gelek caran li dijî rêxistinên Kurdan şer kiriye. Lê niha êrîşên KDP'ê ne tene di aliyê leşkerî de, êrîşên polîtîk, bîrdozî qat bi qat zêde kiriye. Ev hêza ku xwe wek Kurd pênase dike, di hemen demê de di nava hewldana reşkirina hêza jinê ya çalak de ye."

Raperînê têkîldarê serdegirtina buroya REPAK'ê jî wiha axivî, "Ligel ku rêxistina REPAK'ê rêxistineke fermî bû, ya sosrete ew e ku PDK'ê bixwe destûra fermiyeta wê dabû, lê bi rengeke derveyî exlaqê polîtîk tevgeriya û êrîş birin ser navenda fermî ya REPAK'ê. Em wek saziyên civaka sivîl yên Rojavayê Kurdisatanê, van kiryarên PDK'ê bi tundî şermezar dikin û em ê bi hemû hêza xwe ve xwedî li têkoşîna jinê derbikevin. Ji her demê zêdetir em ê têkoşîna xwe li dijî zihniyeta paşverû bidomînin û em ê destur nedin tu hêzan ku pêngava me ya ber bi azadiyê ve asteng bikin. Em wek rêxistinên jinan li Rojavaye Kurdistanê ku bi ramanên Rêber Apo xwe naskiriye û bûye hêza şoreşger, tu carî dev ji lêgerîna heqîqetê bernedin. Ger bedela vê yekê dayîna nefesa mê ya dawiyê jî be. Di bin ronahiya felsefeya Rêber Apo de herdemê em ê hêza xwe ya çalak mezintir bikin."

(kom/rc)