TAYD-DER: AKP girtiyên nexweş terkî mirinê kiriye

11:53

JINHA


ÎZMÎR  - Hevseroka TAYD-DER'a Îzmîrê Nerîman Bîrlîkler, ku balkişand ser rewşa girtiyên nexweş, got ku AKP aliyekê behsa çareseriyê dike, lê aliyê din li hemberî kurdan her cure qetliyamên xwe didomîne. 

Komeleya Pitgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan (TAYD-DER) ya Îzmîrê, derbarê girtiyê bi navê Yaşar Dere ku di Girtîgeha Şakranê de jiyana xwe ji dest dabû di avahiya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê. Sekreterê Şaxa ÎHD'ê yê Îzmîrê Caner Canli û gelet welatî tevli daxuyaniyê bûn. Hevseroka TAYD-DER'a Îzmîrê Nerîman Bîrlîkler, ku balkişand ser rewşa girtiyên nexweş, got ku AKP aliyekê behsa çareseriyê dike lê aliyê din li hemberî kurdan her cure qetliyamên xwe didomîne. 

'Yaşar mehkûmê mirinê kirin' 

Nerîman, diyar kir ku pêwîst bû Yaşar Dereyê ku di Girtîgeha Şakranê de jiyana xwe ji dest dabû, di nexweşxaneyekî tam teşekul de bihata dermankirin, lê ew piştî emeletê lez û bez cardin birine girtîgehê û mehkûmê mirinê kirine. Nerîman wiha domand: "Berpisyarê van pêkanînan hikûmeta AKP'ê ye. Divê demildest girtiyên nexweş serbest bên berdan. Em bang li partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl dikin ku li hemberî vê rewşê dest bi hewldanan bikin."

(zt)