'Bila Ayfer Ayçiçek serbest bê berdan'

12:29

 JINHA


KOCAELİ – Jinên Girtîgeha Gebzeyê ji bo serbestberdana Ayfer Ayçîçek ya ku bijîşkan jêre weke nexweşa şîzofirenêye nexweşiya wê tesbît kirine banga hestiyariyê kirin.


Jinên Girtiyê Girtîgeha Sergirtiya Gebzeyê ji bo Ayfer Ayçîçek ya kul i Nexweşxaneya Ruh û Sinir ya Bakirkoyê tedawiyê dibîne û bijîşkan weke şîzofiren nav li nexweşiya wê kirine banga hestiyariyê kirin. Hevalên yên li heman girtîgehê ji bo hemû saziyên jinan û ajansan name şandin û ji bo berdana hevala xwe banga hestiyariyê li her kesê kirin. Jinan diyar kirin ku li gel hemû hewildanên wan yên hevala xwe Ayfer şandina nexweşxaneyan jî bijîşkan daye zanîn ku êdî ewê nikar başbibe. Her wiha hevalên wê dixwazin heyetek ya tebîban biçin Ayfer bibînin û bi vî awayî banga hestiyariyê li hemû raya giştî dikin.”


(zt)