Jinên ciwan ji bo Êzidiyan banga xwedîderketinê kirin
13:28
JINHA
AMED - Meclîsa Jinên Ciwan ên DBP'ê ji bo xwedîderketina li kurdên êzidî û pirsgirêkên wan çareser bikin banga çûna wargehên êzidiyan li hemû ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê kirin.
Xebatên ji bo dermankirina birînên êzidiyên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê reviyane bênavber didomin. Meclîsa Jinên Ciwan ên DBP'ê bang li ciwanan kir ku xwedî li êzidiyan derkevin. Meclîsa jinên ciwan diyar kir ku bi hezaran şengalî ji ber êrîşên çeteyan reviyane û li bakurê Kurdistanê bi cih bûne. Meclîsa jinên ciwan daxuyand ku êzdiyên hatine Bakur pirsgirêkên wekî bicihbûn, xwedîkirin û tenduristiyê re rû bi rû ne û wiha hat gotin: "Ji bo pirsgirêkên ku welatiyên êzidî i holê were rakirin divê hemû ciwan berê xwe bidin wargehan." Meclîsa jinên ciwan ragihand ku divê di serî de ciwan û her kes ji bo êzidiyan seferber bibin û wiha pêde çû: "Li hemberî ev şerê ku tê meşandin de peywira hemû ciwanan çareserkirina pirsgirêkên gel e. Ji bo vê yekê divê hemû ciwan bi ruhê serferberiyê tevbigerin û gel ji êrîşan biparêzin. Ji bo vê jî divê ciwan hêza xwe veguherîne rêxistiniyê û xwedî li rûmeta xwe derkeve."
(zt)
