1’emîn Konferansa Jinên Geverê
14:15
JINHA
COLEMÊRG – Ji aliyê Meclisa Jinên PHD’ê ya Geverê ve bi şîara ‘Rêberiya Azad Netewa Demokratîk û Jina Azad’ 1’emîn Konferansa Jinan ya Geverê bi 151 delegeyan despêkir. Jinên ku bi kincên netewî beşdarî konferansê bûn pêvajoya siyasî nirxandin, dê bernameya xebatê û çalakiyên xwe derxînin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji aliyê Meclisa Jinên PHD’ê ya Geverê ve bi şîara ‘Rêberiya Azad Netewa Demokratîk û Jina Azad’ 1’emîn Konferansa Jinan ya Geverê bi despêkir. Di konferansê de jinên meclisên taxan, endamên meclisên jinan û komînê yên di 9 gundan de hatîn avakirin, Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê, Kurdî-Der, Navenda Şêwirmendiya Jinan Sosin, Kooperatîfa Jinên Geverê, Tevgera Kedê, PHD, Têkela DOKH’ê ya Colemêrg, Şemzînan û Geverê, Hevşaredara Şemzînanê Nahîde Yildiz û ji navendê jî gelek jin amadebûn. Bi girşît 151 delegeyan di konferansê de cîh girtin. Jin bi kincên xwe yên netewî û meşekê hatin cihê konferansa ku li Parqa Avaşîn hatî lidarxistin. Balkêşbû ku jin li gel zarokên xwe hatin qada konferansê. Di Salona Konferasê de li gel pankartên weke “Azadiya Rêbertiya me temînata aştiyek biromete”, “Em jinên Geverê bi rêxistin bibin û Rêbertiya xwe azad bikin”, “Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li Rêbertiyêye”, “Li hemberî tacîz, tecawîz, fuhuş, ajankirinê, înkar û îmhayê dê jinên ciwan li kolanan azadbibin!” Wêneyê Rêberê PKK’ê û kesên di tekoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane yên weke Sema Yuce, Zeynep Konaci û gelek wêneyên jinan hatibûn hildan.
Piştî ku Zana Kiliçoglu, Kiymet Dogma, Sibel Çapraz û Nazîfe Evîn ji bo dîwanê hatin hilbijartin li gel xwendina sîroda “Ey Reqîp” ji aliyê zarokên qursa TZP-Kurdî ve ji bo kesên di tekoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.
‘Armanca hemû êrîşan jin û kurdin’
Paşê jî Seroka Dîwanê Sîbel Çapraz axaftina vekirinê kir. Sîbel diyar kir ku evqas jin li cihekê dîtin xeyalekbû û îro ew xeyal pêkhatiye. Sîbel ji bo avakirina jiyana azad, hêvî, eşq, vîn û berxwedanek bihêz ew sipasiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikin. Sîbel da zanîn ku ji bo jin ji hişmendiya deshilatiya mêran bên rizgarkirin tekoşîn pêwîste û wiha got: “Em bi saya Serokatiya xwe li vêderêne.” Sîbel destnîşan kir ku divê jin jî qîmetê Birêz Abdullah Ocalan bizanin. Sîbel derbirî ku dewleta Tirkiyê ser jinan bandorek nerêniya mezin hêlaye. Sîbel bilêvkir ku deshilatî ser bedena jinan polîtîkaya xwe didin meşandin. Sîbel anî ziman kul i hemberî polîtîkaya dewletê jinên kurd din ava berxwedanek mezin denin û wiha domand: “Emê weke alternatîf modela xweseriya demokratîk avabikin. Bi navê îslamê rêxistinên cuda derketin. Armanca hemûyan jî jin û kurdin. Êrîşên herî mezin jî ser jinan dikin.”
‘Hemu cîhan temaşeyî tekoşîna jinên kurd dikin’
Sîbel balkişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser Şengalê û tayîbetî jî ser jinan. Sîbel diyar kir ku weke Rojava jinên kurd li Şengalê jî di nava berxwedanê denin. Sîbel da zanîn ku jinên Rojava, Şengal û Mexmurê hêzê didin wan. Sîbel li Rojava rêxistin kirina jinan di taxan de bi bîrxisti û wiha berdewam kir: “Divê em di derbarê sibê DAIŞ bê vê derê de em çiqadî amadene ji xwe bipirsin. Divê em parastina xwe ya cewherî pêşbixin. Divê hemû jin beşdarî berxwedana kurdan ya biromat bibin û dest bidin destê hev. Cîhan hemû li berxwedan jinên kurdan dinêrin.”
Paşê jî bi navê Rêveberiya KESK’ê ya Geverê Xatem Deniz girêdayî pêvajoyê perspektîf xwend.
Konferans bi nirxandinên pêvajoya siyasî û perspektîfên jinan berdewm dike.
(zt)

