Filîmê Şoreşa Zimanê Kurdî rastî eleqeyek mezin hat

15:01

JINHA


EFRÎN- Xwendekarên Akademiya Ş.Viyan Amara ya navçeya Cindirêsê a Efrînê fîlmek li ser şoreşa zimanê Kurdî û avakirina peymangeha Ş . Viyan Amara ku wek berhemeke şoreşa ziman e  pêşkêş kirin.


ji bo fîlm temaşe bikin bi dehan xwendekarên Akademiya zimanê Kurdî û tevgera ziman û perwerdeyê (TZP) li pêş avahiya Mala Gel  kom bûn. Di fîlm de berxwedana wêjevanên Kurd wek Cîgerxwîn, Ehmedê Xanî û Celadet Bedirxan li hember qirkirina ziman da nasîn. Her wiha di film de şoreşa zimên di serdema nû de  destpêka avakirina peymangehê, sîstema perwerde û sîstema hundirîn hat pêşkêş kirin.


(zt)