YPJ’ê nasnameya 10 şervanên xwe eşkere kir
17:15
JINHA
QAMIŞLO - Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 10 şervanên YPJ’ê yên ku di 19’ê tebaxê de têkili ji wan qût bibû eşkere kir.
Di roja 19ê Tebaxê çeteyên DAIŞ’ê bi armanca dorpêç kirina Şengal temam bikin û destketiyên gelê me yê Rojava têk bibin êrîşek pêk anîbûn. Di roja pêşiya wê de têkiliya me bi 10 hevalan me yên YPJ’ê re qut bibû. Di vê demê de me xwest em agahî derbarê hevalên xwe zelal bikin. Li gorî encama em gihiştin ew koma ku ji 10 hevalên yên YPJ’ê pêk dihat roja 19’ê tebaxê şehîd ketine.
Nasnameya şervanên YPJ’ê yên ku jiyana xwe li dest dane wiha ne: Jîn Xerbîsan, Baharîn Çiya, Derya Botan, Rûheyv Cûdî, Raperîn Tolhildan, Sozdar Reco, Amara Dersîm, Mizgîn Mahîr, Neval Şeran, Nûda Cindires e.”
(zt)
