‘Li gorî zagonan jî dewletê ji bo Êzidiyan tu alîkarî nekirine’

08:58

Tekoşin Tekin/JINHA


ŞIRNEX – Hatina Êzidiyên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê canê xwe xelaskirine ya Silpyayê hîna berdewame. Nêzî 20 donim erdê ku ayîdê şaredariyê yê qamp ser hatî çêkirin hezar Êzidiyan din ava xwe de dihewîne. Parêzer Zozan Acar ya k udi qomisyona Qampa Şengal ya Êzidiyan de cîh digire diyar kir ku di 150 konên li qampê de 130 malbatên ku bi giştî şêniya wan hezare cîh digirin û got: “Ne ji tu saziyên dewletê ne jî ji tu saziyên navnetewî heya niha tu alîkarî nehatiye. Derfetên gelê Silopî û şaredariya wan evqase. Ji nihak û pêde jî dê bi alîkariya ku dewlet bide tuştek bibe.”   


Li erdê vala yê dinin qontrola AFAD deye yê navçeya Silopya ya Şirnexê qampa Şengal ya ji bo welatiyên Şengalê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê canê xwe xilaskirine hatiye avakirin. Lê ji ber hîna hatina Êzidiyan ya herêmê berdewam dike ew cîh tenge êdî cihê tu yêndinê nake ji ber wê jî Şaredariya Silopiya li taxa Cumhuriyetê amadekariyên qampek nû dikin.  Li ser 20 donim erdê ayîdê şaredariyê ye xebata ser û bin ya qampê temam bûye û dê ji bo welatiyên Êzidî konên nû bên vedan. Di 150 konan de 130 malbatên ku şêniya wan hezare di qampa binavê Şengal de dijîn. Li gel wan jî konê tenduristiyê, konên ji bo banyo û taletan jî hatine danîn.


‘Li gorî zagona 6458’ê divê dewlet li mexdurên şer binêrin’


Parêzer Zozan Acar ya k udi komusyona kampê de cîh digire balkişand ser zagona 6458’an ya ku li gora wê dewlet neçare li mexdurên şer binêre û wiha domand: “Carayekê Tirkiye xwe weke alî nîşan da. Ji bo hikumeta nû bikeve dewrê polîtîkayek nû pêşdixe û koçber girtin bin ewlehiyê. Du aliyên vê hene. Çima Tirkiye tuştek wiha kir. Çima Tirkiye tuştek wiha kir? Di asta yekê de armanca dewletê ser mexdurên şer perê germ û hêza wan ya kar kêm xebitandinbû. Lê paşê hat guherîn nijadperestiyê ev guherand. Dewletê jî ji vî aliyî de li gel medyaya xwe tewrek weke danîşan.”


‘Hîna dewletê dest bi karekê nekirinye’


Zozan anî ziman ku Tirkiye ji ber helwestên xweyên nijadperestî Êzidiyên ji ber qirkirinê reviyane na pejirînin û wiha berdewam kir: “Dewletê mudaxeleyî hatina wan nekir, ne bi dilê xwe neçar ma bipejirîne.  Dewletê hîna ji bo Êzidiyên hatîn dest bi tu xebatan nekiriye. Tu qamp avanekiriye.”


‘Dewlet bi zanabûn wiha nêzdibe’


Zozan destnîşan kir ku komusyona  wan avakirî li gel Wezîrtiyê, Qeymeqamtiyê û Walîtiyê hevdîtin kirine lê sozên ku wan dane ne anîne cîh û wiha pêde çu: “Heta niha hîna qamp jî avanekirine. Tenê ji bo Êzidiyan li Mîdyadê qampek bi qasî cihê 3 hezaran avakirine. Lê bi qasî 25-30 hezar koçber hatine Tirkiyê. Hemu armanc û rewşa wan yeke. Ev rewşek diyar divê Tirkiye vê bike û neçar. Divê di vê mijarê de helwesta Netewên Yekbûyî zelalbe.”


‘Dewlet neçarin li mexdurên şer binêrin’


Zozan derbirî ku dema mexdurên şer ji welatekê biçin welatek dinê ew welat neçare lêbinêre û wiha dirêjî da axiftina xwe: “Li Silopya Êzidiyên kum e di malan de bicîh kirine bi qasî hezar û 500 ne. Di qampa ku ser 20 donim erd hatî danîn û 150 kon têde hatine vedan 130 malbatên şêniya wan bi qasî hezar kesanin cîh digirin.” Zozan diyar kir ku ji 2 yê tebasxê heya niha şaredarî, saziyên sivîl û gel lig ora derfetên xwe li mexdurên şer Êzidiyên ku ji ber şer koç kirine dinêrin û got: “Ne ji tu saziyên dewletê ne jî ji tu saziyên navnetewî heya niha tu alîkarî nehatiye. Ne tenê ji bo qampa Silopya lir u navendên ku Êzidî lê bi cîh bûne hîna tu alîkariya wan nehatiye dîtin. Bi hezaran mirov qala pêdiviyên xwe yên jiyanî dikin. Yên ku di sînor re derbas dinin hemû xas û tazîne ya herî giring jî tî û birçîne.”


Di qampê de pêdivî bi her tuştî heye’   


Zozan da zanîn ku ji erzaq, kinc, derman, konteyner, mamostayên perwerdê bidin û peyîwirdarên tenduristiyê bigire heya her tuştî pêdiviya qampê bi hemû tuştan heye û wiha domand: “Bila parêzer, peyîwirdarên tenduristiyê û mamosta hebin emê bi vî awayî pêdiviyên xwe yên nava qampê dabîn bikin. Endamên saziyên sivîl jî alîkarî didin. Saziya SES’ê bi xwe rêbazek ya nobetê çêkirine her roj du komên bijîşkên wan tên nava qampê û xizmeta tenduristiyê dikin. Lê ev ne bese. Di aliyê dermanan de li gorî hejmara heyî kêmaniyên mezin hene.”


‘Dê ji niha û pêde bi alîkariya dewletê hinek tuşt bibin’


Zozan anî ziman ku heya niha gelê Silopî alîkariyek mezin daye gelê Êzidî û wiha berdewam kir: “Despêkê gel betenî û xaliyên xwe di anîn û wiha alîkarî didan. Derfetên gelê Silopî û şaredariya wê evqase. Ma wekedinê dibe gelo? Erê dibe. Di van şertan de divê dewlet û rêxistinên navnetewî bi awayekê alîkariyê bidin. Dê ji niha û pêde bi alîkariya dewletan hinek tuşt bibin.”


(zt)