Her diçe rewşa girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk giran dibe

10:13

Bêrîtan Elyakut - Melek Yuksel / JINHA


AMED – Rewşa girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk yê li Girtîgeha 2 Nolu Tîpa F ya Tegirdagê dimîne din ava metirsiyê dene. Girtiyên hevalên wî diyar kirin ku dema Kemal spazmaya dil derbas kir tenê serumek li wî xistin û ew carekedinê şandin girtîgehê. Girtiyan dan zanîn ji wê demê heya niha agirê Kemal bilind dibe, ew her dem ji ber nexweşiya xwe bi hêrse û îshal dibe û gotin: “Ji bo carekedinê em din ava metirsiyek mezin denin. Divê êdî li pêşiya berdana girtiyên nexweş astengiyên weke ‘Rapora Tiba Edlî’ û ‘Ji dozgeriyê nêrîn girtin’ bên rakirin.


Li gel ev 20 salin Kemal Ozçelîk di girtîgehê deye, her ku diçe rewşa wî giran dibe ji aliyê  Girtîgeha 2 Nolu Tîpa F ya Tegirdagê ve gavek nehatiye avêtin, bêdengiya Saziya Tiba Edlî û TEM bêdengin.


Ji Tirkiyeyê xeberên mirinê kêmnebûne, ji bo berdana girtiyên nexweş jî gavek nayê avêtin. Saziya Tiba Edlî (ATK) ji bo girtinên nexweş yên rewşa wan giran raporên weke “dikarin di girtîgehan de bimînin” didin, heman sazî dema ku raporên weke “divê ji girtîgehê derkevin” jî dinin lê carekedinê raporên wan bi kêrî karekê nayên. Gelek girtiyên nexweş yên rewşa wan giran divê derkevin lê rastî astengiya ATK, dozgerî û îdareya girtîgehê tên. Girtiyê ji doza PKK’ê tê girtin yê bi navê Kemal Ozçelîk ev 20 salin girtiye. Kemal despêkê li girtîgeha Erzurumê dima paşê ew sirgunî Girtîgeha 2 Nolu Tîpa F ya Tegirdagê kirin. Kemal hem emelyata girtî û hem ya vekirî kiriye, piştî wan emelyatan nexweşiyên weke tansyone bilind û diyabet pêre çêbine. Kemal li gel van neweşiyan hemûyan reşwa wi ya tenduristiyê gelek girane. Hevalê Kemal Abdulkerîm Avşar ji girtîgehê ji bo TUHAD-FED’ê nameyek girêdayî rewşa Kemal şand. Abdulkerîm da zanîn kul i gel rewşa Kemal ye giran jî li Nexweşxwaneya Dewletê ya Tekirdagê piştî çar saetan serum li wî xistin û ew şandin girtîgehê.


‘Dema ku ew şandin girtîgehê rewşa wî gelek xirabû’


Di nameyê de balhatiye kişandina ser giranbûna rewşa Kemal di vê hefteya dawiyê de. Name wiha berdewam dike dema ku Kemal ji nexweşxanê anî girtîgehê tenê rojek jî derbas nebûye agirê wî bilind dibe, îshal dibe û her dem vedireşe. Di nameyê de hat diyar kirin kul i gel rewşa Kemal ya agiran jî wî bi rîngê dibin nexwş xanê û wiha tê gotin: “Di şertên normal de mirovek yê spazmi ya dil derbaskirî divê di navendek guncaw, ne qerebalix, şertên baş de bê girtin û demdirêj bê tedawîkirin. Dema ku Kemal dibin nexweşxanê di navendak bê hijyen de sirumekê li wî dixin û carekedinê vedigerînin girtîgehê.”


‘Nexweşxane jî ji cihê heyîwanan ne cudaye’   


Di nameyê de balhatiye kişandina ser rewşa Nexweşxaneya Dewletê ya Tekirdagê û weke ji “cihê heyîwanan ne cudaye” hatiye binavkirin û wiha hatiye domandin: “Heta revîrên ku têde heyîwan tên tedawîkirin ji wê nexweşxaneyê paqijtire. Di cihek teng de bi qasî mîdeya mirov li hev dikeve bêhna taletê ya giran tê.”


‘Em metirsiyek mezin dijîn’


Di nameyê de hatiye ziman ku ew di girtîgehê de li gorî derfetên xwe hewil didin dema gairê Kemal bilind dibe alîkarî bidin û wiha hat berdewam kirin: “Dema ku mîdeya hevalê me Kemal li hev dikeve nebza wî digihe 115’an. Weke ku qeyîrana dil derbas bike. Gelek îshalbûn ava laşê wî diqedîne. Em bi hestên raperînê û hestyariyek mezin hewil didin alîkarî bidin hevalê xwe. Her çendî ku niha hinekî rewşa wî weke başe dixweyê, lê em ji carekedinê ditirstin. Divê êdî astengiyên weke ‘Rapora Tiba Edlî’ û ‘daxwaza nêrîna dozgeriyê’ji pêşiya girtiyên nexweş yên rewşa wan giran bên rakirin.”


(zt)