Her diçe hijmara jinên di Bazara Jiyan Semtê de dixebitin zêde dibin
11:25
Derya Ceylan - Tekoşin Tekin / JINHA
AMED – Her roja ku diçe hijmara jinên li Bazara Jinan ya Semtê de dixebitin zêde dibin. Endama komîsyona Bazara Jiyan Semtê Necla Eskîn diyar kir ku heya niha 208 jin dixebitin û got: “Hinekî jin bi guman berê nêzî vêderê dibûn. Bi rastî jî dixwestin hînbibin. Heta yên em çavdêrî dikirin hebûn, bi nêrînên ‘nikarin, naxebitin, bisernakevin û dê nikarin li ber xwe bidin’ nêz dibûn. Lê niha yên ku tên me pîroz dikin hene.”
Weke di jiyana aboriyê ya her derê de jin cîh digirin, di herêm bazarê de jî jin bil ez cîh digirin. Lingê herî giring yê ticaretê jî bazare. Di Bazara Jiyan Semtê de ev saleke jin xebatên bazirganiyê birêve dibin û di dawiyê de bazara gerok avakirin. Endama komusyona Bazara Jiyan Semtê Necla Eskin da zanîn ku ev saleke ew bi her du destan destê xwe li keda xwe dipêçin û tekoşîna firehkirina wê bazarê didin.
‘Jin dikarin mişteriyan bikişînin bazarê’
Endama Komisyona Bazara Jiyan Semtê Necla salek xebatên jinên rewşa wan ya madî nebaş yên li Bazara Jiyan Semtê dixebitin bibîrxist û wiha got: “Jinên ku niha li Bazara Jiyan Semtê dixebitin jinên berî niha li tu cihan ne xebitîne. Ji mala xwe derketîne hatine li vêderê dest bi xebatê kirîne. Di serî de hinek nezanîn hebû lê niha hemû jî bi hostahî kar dikin. Di bazarê de kinc, sol, tiştên hişk kirî, kincên zarokan û li gel wan jî zebze û fêkî jî hene. Di van bazaran de jin tuştên nû dihilberînin û dikarin muşteriyan bikişînin hinirê bazarê.”
‘Li gel 6 mehan sekinî jî bû lê jinan xebatên xwe berdewam dikirin’
Necla destnîşan kir ku di 6 mehên despêkê de hinek kirîn û firotin kêmbû li gel wê jî jin dixebitîn û wiha domand: “Me wê rewşê gelek bi şînberî jiyan kir. Ev rewşê gelek bandor l ime kir. Lê niha ew rewş hat guherîn. Me ji bo xwe çareserî dît û em niha dixin meryetê.”
‘Emê di 3 bazarê gerok de cîh bigirin’
Necla derbirî ku wan li taxa Bagcilerê di gelek cihan de bazarên gerok amadekirine û wiha berdewam kir: “Me weke çareserî li taxa Bagcilerê di sê cihan de vekirina bazarên gerok dît. Ev bazarên gerok dê li ber Parqa Newroz, li ber Nexweşxaneya Wîladî û li ber sîteyên Zumrutkentê dê sê bazarên me yên gerok hebin. Emê hefteyê sê rojan di van bazaran de bixebitin. Armanca me cîhgirtina jinan di van bazaran de û rewşa wan başbûyîne.”
‘Di Bazara Jiyan Semtê de talebên jinan pir hene’
Her roja ku diçe hijmara jinên li Bazara Jinan ya Semtê de dixebitin zêde dibin. Necla bilêv kir ku berê jinan ne dixwest bên vê bazarê, lê niha hijmara wan gihiştiye 208 jinan û wiha pêde çu: “Hinekî jin bi guman berê nêzî vêderê dibûn. Bi rastî jî dixwestin hînbibin. Heta yên em çavdêrî dikirin hebûn, bi nêrînên ‘nikarin, naxebitin, bisernakevin û dê nikarin li ber xwe bidin’ nêz dibûn. Lê niha yên ku tên me pîroz dikin hene.”
‘Me pirsgirêkên xwe çareser kirin’
Ji Komisyonên Bazara Jiyan Semtê Meral Sirî jî got: “Pirgirêka jinan li gel hal esnafan nîne, lê bihayê jin didin ser tuştên xwe ji yên hal esnafan gelek cudatirin. Ev jî bixwaze nexwaze bandorê li buhayê bazarê dike. Lê paşê me li gel komisyona halê civînek çêkir û li wê pirsgirêkên xwe çareser kirin. Niha ji bo alîkariya me tuştê ji destê wan tên dikin. Jinên li gel me dixebitin diçin bi xwe fêkiyên xwe digirin û tînin.”
Meral anî ziman ku dê jinên di Bazara Jiyan Semtê de dixebitin hemû di bazara gerok de jî bixebitin. Meral da zanîn ku dê jinên rewşa wan ya aborî ne baş bigirin bazara gerok û ji bo wê jî serlêdanên jinan hene.
(zt)

