'Hêza dihindirê jinan de ji çekên DAIŞ’ê xurtire’
11:40
JINHA
KOBANÊ-Yekîneyên Parastina Jinê diyar kirin ku hêza di hundirê jinê de ji hemû çekên ku DAIŞ pê êrîşî gelê kurd dike xurtir e. Şervana bi nave Azda Dilbirîn diyar kir ku hêza di hundirê jinê de ji hemû çekên ku DAIŞ pê êrîşî gelê kurd dike xurtir e û got: “Dê şervan hemû hêza xwe bi kar bînin û wê bi vîneke pir xurt li dijî çeteyan şer bikin.”
Di eniyên şer de Yekîneyên Parastina Jinê YPJ’ê dan zanîn ku di berdewama şoreşa Rojava de, bi fikr û felsefeya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan jina kurd cihê xwe di civakê de vegerand û bû xwedî vîneke xurt tu kes nikare wê vînê bişkîne. Şervana bi nave Azda Dilbirîn diyar kir ku hêza di hundirê jinê de ji hemû çekên ku DAIŞ pê êrîşî gelê kurd dike xurtir e.
‘Ji ber jin bi axa xwe ve girêdayîne ji ber wê jî jin dikarin ji bo axa xwe canê xwe feda bikin’
Azad di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku : "Tu kes naxwaze çete têkevin bajarê wan de û bi taybetî jin, ji ber ku jin gelekî bi xaka xwe ve girêdayîne û jin dikare canê xwe ji xaka xwe re feda bike.” Azad di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi çeteyan re wê şervan hemû hêza xwe bi kar bînin û wê bi vîneke pir xurt li dijî çeteyan şer bikin.
Şervana bi navê Tekoşîn Cûdî destnîşan kir ku heskirina di navbera şervanan de dihêle ku hêza xwe ya rast û xurt di eniyên şer de bi kar bînin. Şervana bi navê Tekoşîn Cûdî di axaftina xwe de YPJ’e pîroz kir û got ku ew ê li ser riya têkoşerên ku canê xwe ji bo welat feda kirin û li ser riya felsefeya Rêberê gelê Kurd Abdulla Ocalan bimeşin.
Şervana bi navê Tekoşîn Cûdî di dawiya axaftina xwe de got ku bêyî fikr û felsefeya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocala wê şoreşa gelê kurd û jin tu caran nedigihiştan vê rastiya azadiyê.
(zt)
