‘Eger weke boykotên dibistanan çalakiyên bi hêz bên kirin dê pêvajoya çareseriyê bihêz bike’

12:14

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya Rojnameya Azadiya Welat de li ser polîtîkayên asîmîlasyonê û helwesta hikûmeta AKP'ê ya li hemberî zimanê kurdî navîsand. Cemîl Bayik li ser helwesta gel a boykotkirina dibistanan jî ev tişt nivîsand: "Di vê mijarê de divê sistayiya mîna par neyê nîşandan. Divê hemû sazî bikevin nava hewldanên hevbeş, divê civak di mijara boykot û meşên pêk werin de were agahdarkirin û perwerde kirin. Boykotên dibistanan li dij tevkujiya çandî helwesteke cidî ya gel e. Dema pirsgirêka kurd bibe mijara gotinê, çalakiyeke mîna boykota dibistanê watedar û girîngtir dibe. Ji ber ku aliyê herî bihêz ê mêtîngeriya li ser gelê kurd tevkujiya çandî ye."


Nivîsa Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik a di Rojnameya Azadiya Welat de hatiye weşadin bêyî ku kurt bikin tevahiya wê diweşînin.


Tim tê gotin ku li Tirkiyeyê pirsgirêka herî girîng a kurd e; AKP dibêje pêvajoya çareseriyê heye û jiyana xwe didomîne lê belê di bernameya hikûmetê de qala çareseriya pirsgirêka kurd nayê kirin. Tenê dibêjin wan TRT 6 vekiriye û vê yekê mîna gavên girîng ên hatine avêtin nîşan didin. Dema pirsgirêka Kurt tê rojevê dibêjin, “Me TRT 6 vekir.” Lê nîşan nadin ka ev yek ji kîjan derdan re bûye derman.


Divê baş were zanîn ku di vê demê de li Kurdistanê asîmilasyona çandî ya tê meşandin ji ya her demê dijwartir e. Ne tenê TRT 6’ek deh televîzyonên mîna wê werin vekirin li pêşiya tevkujiya çandî nabin asteng. Jixwe ji ber ku difikirin ku TRT 6 pêşiya tevkujiya çandî nagire biryara vekirinê dan. Dikare were gotin ku fikirîn roleke ku karibe li ser polîtîkayên tevkujiya çandî bigire bidinê.


Ji ber ku li pêşberî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bêzar bûn TRT 6 vekirin. Bi vê yekê xwestin daxwaza gelê kurd a perwerdeya bi zimanê zikmakî bêbandor bikin. Ya girîng ew e ku asîmîlasyon û tevkujiya çandî were rawestandin, an bandora wê were kêmkirin.


Piştî vekirina TRT 6 rawestandina asîmîlasyon û tevkujiya çandî li aliyekî, berovajî tevkujiya çandî hatiye xurtkirin. Heke têkoşîna Tevgera Azadiyê tune ba, bi amûrên tevkujiya çandî zimanê zikmakî niha anîbûn ber tunekirinê. Heke îro zimanê zikmakî hêna dijî, ev bi saya Tevgera Azadiyê ye û encameke hewldanên wê yên ji bo ziman û çandê ne.


Divê were zanîn; Di rewşeke ku destûrê didin televîzyona bi kurdî de, dayîna perwerdeya bi zimanê dayikê li wan qedexe dikin. Ev tev piştrast dikin ku heta perwerdeya bi zimanê zikmakî tune be, li her derê belav nebe asîmilasyon û tevkujiya çandî nikare were rawestandin. Ji ber vê yekê divê perwerdeya bi zimanê zikmakî were pêşxistin û belavkirin.


Xebateke herî girîng a gelê kurd û hemû saziyên kurd ew e ku bi destpêkirina ji dibistana seretayî li her derê dibistanên kurdî werin vekirin. Heta ev pêk neyê asîmîlasyon û tevkujiya çandî nayê bêbandor kirin. Di roja destpêkirina perwerdeyê ya îsal de li çend cihan vekirina dibistanên kurdî hewldaneke baş e; lê têrê nake. Divê ev xebat werin zêdekirin. Bêguman di vê mijarê de berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê malbatan.


Divê tercih bikin ku zarokên xwe bişînin dibistanên ku bi kurdî perwerdeyê didin. Ev tercih tê wateya li dij polîtîkayên tevkujiya çandî terciha bi çanda xwe jiyana azad û demokratîk. Boykota hefteyekê ya dema destpêkirina dema perwerdeyê îsal girîngtir e. Bi boykotê daxwaziya mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî ya gelê kurd wê were bilind kirin, di heman demê de bi vê munasebetê hewldanên Rêberê Gelê kurd ên ji bo çareseriya demokratîk jî wê werin destek kirin. Hewldanên Rêberê Gelê kurd bi tena serê xwe encamê nadin.


Heke gel bi çalakî, helwest û hewldanên xwe bi şêwazekî vekirî nîşan nede ku wî destek dike AKP dê israra di polîtîkaya mijûlkirinê de bidomîne. Heke boykota dibistanê gelekî bi bandor here, dikare polîtîkayên mijûlkirinê yên AKP’ê werin asteng kirin. Naxwe AKP mîna pêvajoya beriya salekê dîsa gaveke berbiçav a ji bo çareseriyê naavêje.


Ev jî wê rewşa ji nû ve rûdana pevçûnan bi xwe re bîne. Ji ber ku hikûmeta AKP’ê heta niha pêvajoya bêçalakîtiyê xirab bi kar tîne, di neketina pêvajoya çareseriya demokratîk a Rêberê Gelê kurd daye destpêkirin de israr dike. Berovajî, hewldanên çareseriya demokratîk ên Rêberê Gelê kurd mîna derfeta bidestxistina hilbijartinan girtiye dest û ji bo çareseriyê tu gav neavêtine. Meha îlonê gelekî krîtîk û nazik e.


Ji bo vê yekê jî roja destpêka dibistanan boykotkirin û meşên ber bi midûriyetên perwerdeyê ve gelekî girîng in. Ji bo boykoteke bi vî rengî di serî de saziyên ziman û perwerdeyê divê hemû saziyên demokratîk xwedî hewldan û ked bin. Divê hêzên demokratîk ên siyasî jî piştgiriyeke xurt bidin van hewldanan.


Di vê mijarê de divê sistayiya mîna par neyê nîşandan. Divê hemû sazî bikevin nava hewldanên hevbeş, divê civak di mijara boykot û meşên pêk werin de were agahdarkirin û perwerde kirin. Boykotên dibistanan li dij tevkujiya çandî helwesteke cidî ya gel e. Dema pirsgirêka kurd bibe mijara gotinê, çalakiyeke mîna boykota dibistanê watedar û girîngtir dibe. Ji ber ku aliyê herî bihêz ê mêtîngeriya li ser gelê kurd tevkujiya çandî ye.


Tevkujiya çandî jî bi esasî li ser asîmîye. Ji kîjan nerînê yan hêza siyasî dibe bila be divê di mijara boykota dibistanan de hemû beşên civakê bigihijin hev û çalakiyên hevpar li dar bixin. Çalakî û boykoteke bi vî rengî dikare mîna çalakiyeke tevahiya civaka kurd bi bandor bibe.


Tu astengî jî li pêşiya vê yekê tune ne. Pêşketinên di meha îlonê de wê sala bê û salên pêş jî diyar bikin. Ji ber vê yekê jî divê gelê kurd îradeya xwe bi bandor nîşan bide û hikûmetê neçarî avêtina gavên çareseriyê bike. Heta civak hêza xwe ya têkoşînê dernexe holê, bila kes hêvî neke ku dewlet û hikûmeta heyî di mijara pirsgirêka kurd de dê gavan biavêje.


(zt)