‘Kujer wê nikaribin ji hesabdayînê dîrokê birevin’

12:54

JINHA


ENQERE - HDP'ê, der heqê berpirsyarên qetilkirina 10 girtiyan li girtîgeha Amedê de nerazîbûneke tund nîşanî biryara dadgehê ya "wezîfeya xwe pêk anîn" da û got, "Yên îro ji hesabdayîna dadgeriyê filitîn, wê sibê li pêşberî dîrokê nikaribin ji hesabdayînê birevin."


Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, nerazîbûn nîşanî biryara bi sedem a dadgehê ya der barê qetilkirina 10 girtiyên li girtîgeha Amedê da. Meral di daxuyaniya xwe de ragihand ku li Tirkiyeyê her roj li ser navê hiqûqê bêedaletiyên nû tên kirin û got, "Mejiyê ku der heqê kujerê Ethem Sarisuluk de berî çend rojan ceza bi hinceta tehrîkê daxist yan jî bêyî lêkolînkirineke têrker di lêpirsînên bertîl û nelirêtiyê yên 17-25'ê Kanûnê de desthilatariya siyasî parast û mejiyê ku di doza Roboskî de biryara neşopandinê da yan jî di doza komkujiya girtîgeha Amedê de biryar da ku kujeran wezîfeya xwe kirine, nikarin edaletê bicih bînin."


Meral bibîr xist ku li girtîgeha Amedê di 24'ê Îlona 1996'an de di êrîşa hevpar a îdare, polîs û jendermeyan de 10 girtî hatine qetilkirin û 23 girtî bi giranî hatine birîndarkirin û got, "Yên îro ji hesabdayîna dadgeriyê filitîn, wê sibê li pêşberî dîrokê nikaribin ji hesabdayînê birevin."


(zt)