Runiştina duyem ya doza Ferîd Gedîk hat dîtin
13:29
JINHA
STENBOL - Doza Hasan Alî Ferît Gedîk ê par meha îlonê di encama êrîşa çeteyên tiryakê de li taxa Gulsuyu ya Maltepeyê hatibû kuştin taloqê 15'ê îlonê hate kirin.
Par meha îlonê li taxa Gulsuyu ya navçeya Maltepeya Stenbolê di çalakiya li hemberî tiryakê de çeteyên tiryakê êrîş li girseyê kiribûn û Hasan Alî Ferît Gedîk jiyana xwe ji dest dabû. Duyemîn rûniştina doza Gedîk li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate dîtin. Di dema rûniştina dozê de polîsan Edliyeya Anadolu û dorpêç kir û her wiha destûr neda parêzerên malbatê têkevin salona dadgehê û parêzer derb kirin. Di encama darizandinê de heyeta dadgehê beyî girtina daxwazên parêzeran doz taloqê 15'ê îlonê kir.
(zt)
