Jinên ciwan li ber Dêra Dom ê çalakiyek balkêş pêkanîn
15:23
JINHA
KOLN -Li bajarê Elmanya Kolnê, komek ji endamên Jinên Ciwan, ji bo balê bikşînin ser jinên Êzidî yên ji aliyê dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine revandin û li bazarên koleyan tên firotin, çalakiya protestoyî lidar xistin.
Jinên ciwan li ber Dêra Dom a dîrokî hatin cem hev û ji bo balê bikşînin ser jinên hatine revandin û tên firotin, çarşev li xwe kirin û panoyên bûhayên wan nîşan dide bi stuyê xwe ve kirin. Jinên ciwan ku rastî eleqeyeke mezin a derdorê hatin, bi belavkirina belavokan jî raya giştî der heqê hovîtiya DAIŞ'ê de agahdar kirin. Di belavokan de, ji bo rizgarkirina jinên hatine revandin bi taybetî banga piştevanî û çalakiyan li rêxistinên jinan hat kirin.
Çalakî bi dirûşmên şermezarkirina komkujiya jinan bi dawî bû.
(zt)

