Cenazeyê YPJ yiyên li cezaa jiyana xwe ji dest dayîn şandin Amedê

16:06

JINHA


ŞIRNEX  - Cenazeyên Meryem Soyak (Misgîn Mahîr) û Gulşen Çakir (Derya Botan) yên kul i Rojava di şerê li navbera YPJ’ê û çeteyên DAIŞ’ê de derketî jiyana xwe ji destdane li deriyê sînor re girtin û şandin Tiba Edli ya Amedê.


Di 19’ê Tebaxê de nevbera hêzên YPJ’ê çeteyên DAIŞ’ê de li herêma Cezaa ya Rojava şer derket û di heman şerî de 10 endamên YPJ’ê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên Endamên YPJ’ê Meryem Soyak (Mizgîn Mahîr)  ya ku ji Çewligêye û Gulşen Çakir (Derya Botan) ya ku ji navçeya Dêrgulê ya Şirnexêye yên di heman şerî de jiyana xwe ji destdane ji Cezaa hatin girtin. Cenazeyê her du endamên YPJ’ê ji Rojava li Deriyê Sêmalkan re derbazî Herêma Federala Kurdistanê hatin kirin, ji wê jî li Deriyê Sînor yê Pira Îbrahîm Xelîl re derbazî herêmê kirin. Li ser sînor karê wan qediyan û sewqî dozgeriyê kirin. Dizgeriyê jî ew sewqî Saziya Tiba Edli ya Amedê kirin. Cenaze ji aliyê Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, endamên MEYA-DER a Silopî û Cizîrê, Endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê, rêveber û endamên navand û navçeyên PHD’ê li gel hevşaredarên PHD’ê ve bi duruşmên weke “Şehîd namirin” hatin pêşewazî kirin. Cenaze li Deriyê Xabur de bi hezaran wesayîtan qonvoyek hatin wergirtin û anîn Silopya, jinan bi lîlandinan cenaze pêşewazî kirin. Di tevahiya rê de welatiyan duruşmên “Şehîd namirin” bilind dikirin û jinan jî dilîlandin. Li ser rêya dîrokiya Hevrîşîmê komek ciwan rê girtin heya hemû wesayîtên di konvoya cenaze de gihiştin hev paşê rê vekirin. Cenaze bi konvoyek ji hezaran wesayîtan ve berbi Amedê ve ketin rê.


Dê piştî lêkolîna Tiba Edli ya Amedê ji bo definkirinê cenazeyê Endama YPJ’ê Meryem Soyak bişînin navçeya Kanîreşê ya Çewligê û yê Gulşen Çakir jî bişînin navçeya Dêrgulê ya Şirnexê.      


  (zt)