Jinên Efrînê ji bo şervanên YPG/YPJ’ê rîçolê çêdikin
16:21
JINHA
EFRÎN - Jinên gundê Burc Evdalo yê girêdayî navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê wekî alîkariyeke sembolîk rîçola sêvan ji şervanên YPG/YPJ'ê re ji bo moneta zivistanê amade kirin.
Di çarçoveya piştevaniya hêzên YPG/YPJ'ê yên di çeperên şer de, jinên gundê Burc Evdalo yê girêdayî navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê jî rîçola sêvan ji şervanan re amade dikin. Bi dehan jinên gundê Burc Evdalo di destpêkê de nêzî 240 kîlo sêv ji baxçeyên gund kom kirin. Bi wan sêvan rîçol çêkirin.
Jinên ku beşdarî çêkirina rîçolê bûn wiha gotin: "Em rîçolê ji şervanên YPG/YPJ'ê re ku di çeperên şer de ne û li hemberî çeteyên êrîşkar parastina xak û rûmeta welatê me dikin, çêdikin." Jinên gund bi hemû derfetên xwe piştgriyê didin şervanan û diyar kirin ku ew bi xwe amade ne çekê hildin û di çeperên berxwedanê de şerê çeteyan bikin û axa xwe biparêzin. Jinan piştî ku rîçol amade kirin, xistin 150 qetremîzan û bi tirimpêlan şand navendên YPG/YPJ'ê.
Li gundê Burc Evdalo gelek sêv tên çandin û gund bi xwe di nava gundên herêmê de bi piraniya sêvên xwe tê nasîn.
(zt)
