Li Kobanê yekem Enstîtuya zimanê kurdî
16:25
JINHA
KOBANÊ -Wezareta Perwerdeyê ya Kobanê yekemîn Enstîtuya amadekirina mamosteyên zimanê kurdî vekir û bang li xwendekaran kir ku tevlî perwerdeyên Enstîtuyê bibin.
Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Kobanê ragihand ku wan ji bo amadekirina mamosteyên zimanê kurdî Enstîtueyek vekiriye û têde wê madeyên wekî madeyên Rêzimana Kurdî, dîrok û erdnîgarî yên Kurdistanê, zanyarî û bîrkarî bi zimanê Kurdî werin dayîn. Wezaretê bang li hemû xwendekarên herêmê yên temenên wan ji 18'an zêdetir e kir ku berê xwe bidin Enstîtuyê û navên xwe qeyd bikin. Li gorî wezaretê, di 6'ê îlonê de li Dibistana El-Sewra qeydkirina navan destpê dike.
Kadroyê perwerdeyê yê enstîtuyê ji 12 mamosteyên zimanê Kurdî yên SZK û Akademiya Viyan Amara pêk tê.
(zt)
