Gerîlayan mamostayê fihûş dikir girtin
16:33
JINHA
BEDLÎS - Mamostayê bi nave Alper Tarik P. ê li navçeya Tetwan a Bedlîsê mamostatiyê dike dema li hemberî xwendekara xwe ya 16 salî K.K. îstîsmara cinsî dikir ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hat girtin.
Mamostayê bi navê Alper Tarik P. ê li dibistana Amedeyî ya Îmam Hatîp a Tetwana Bedlîsê wezîfedar, dema li hember xwendekara xwe ya 16 salî ya bi navê K.K. li bejahiya navçeya Tetwanê di wesayîta xwe îstismara cinsî dikir, ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hat girtin.
Mamosta û xwendekar 28’ê Tebaxê roja Pencşemê piştî bûyera îstîsmara cinsî ji aliyê gerîlayan ve hatin binçavkirin. Alper Tarik P. ê ji aliyê Fermandariya Eyaleta Xerzan a HPG’ê ve hat lêpirsînkirin, sûcê xwe îtiraf kir û got ku bi xwendekarên xwe re fihûşê dike û wan bi darê zorê neçarî fihûşê dike.
Li gor daxuyaniya fermandariyê wesayîta wî kesî hatiye şewitandin û piştî hişyarkirina ku careke din sûcekî wiha neke hatiye berdan. Hat ragihandin ku keça rastî îstîsmarê hatiye jî radestî malbata wê kirine. Hat ragihandin mamostayê cografyayê yê 34 salî zewiciye û bavê zarokekî ye. Di daxuyaniya fermandariyê de hat gotin ku mamostayê bi navê Alper Tarik P. ê li dibistana Amedeyî ya Îmam Hatîbê mamostatiyê dike yek ji mînakên şerê taybet ê li Kurdistanê ye.
Fermandariyê wiha got: “Ev saziyên ku berî niha gelek caran jî deşîfre bûne jî pir mixabin hê bi awayekî aktîf çi li Kurdisan, çi li Tirkiyeyê wek adreseke şerê taybet ê bi bandor in. Ev saziyên ku taybet li Kurdistanê zêde ne wek amûrên êrîşa li hemberî nirxên gelê Kurd tên bikaranîn, êrîşên nirxên însanî yên Kurdan dikin û xesp dikin.”
(zt)
