Çeteyên DAIŞ’ê li gundê Til Elî bi dehan gundî revandin

18:08

JINHA


HEWLÊR - Çeteyên DAIŞ’ê li gundê Til Elî yê li nêzî bajarê Şengalê ye bi dehan gundî revandin.


Li gor agahiyên hatin girtin şêniyên gundê Til Elî yê nêzî bajarê Şengalê yê Herêma Federala Kurdistanê ye ala DAIŞ şewitandin û agir berdan yek ji nuqteyên wan ên leşkerî. Çeteyên ji gund vekişiyan cardin bi hêzeke mezin vegeriyan gund û nêzî 50 şêniyên gund desteser kirin. Der barê aqûbeta niştecihên gund de tu agahî nehatin girtin.


(zt)