Navê qilîba nû ya Ciwan Haco Şengale…

18:35

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya qirkirina ser gelê kurdên Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve Hunermendê Kurd yê navdar Ciwan Haco qilîbek nû bi navê ‘Şengal’ amadekir.


Di karesata Şengalê de bi sedan keç û jin ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin û kuştin, bi sedan pîr û kal qetil kirin. Her wiha ew qirkirin weke  mezintirîn karesata sed sala 21`emîn hate binav kirin. Bi boneya qirkirina ser gelê kurdên Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve Hunermendê Kurd yê navdar Ciwan Haco qilîbek nû bi navê “Şengal” amadekir. Di qilîbê de balhatiye kişandina ser êş û janên gelê Şengalê ku di encama êrişên DAIŞ’ê de bi hezaran kes ji tîna û birsa li çiyayê Şengalê jiyana xwe ji dest dan û sedhezaran koçper bûne.

Qilîp ji helbesta helbestvanê Kurd Ehmed Husynî a bi navê Şingale ji aliyê Ciwan Haco ve hatiye xwendin.


(zt)