Dê BİKG meha îlonê bi çalakiyên aştiyê derbasbikin

08:38

JINHA


STENBOL – Ji bo têgihiştina şerê li Rojhilatanavîn tê meşandin, girêdayî jinan tacîz, tecawîz, qirkirinên jinan, di şidetê de dewletê cawan jinan hedef digire û bandorbûna jinan ya anîna aştiyê dê di meha îlonê de çalakiyên cihêreng li darbixin.


Hewla Jinan ya Ji bo Aştiyê (BÎKG) ya k udi hindirê xwe de gelek rêxistinên jinan dihewîne armancên k udi konferansa xwe ya 28’ê hezîranê de dabûn pêşiya xwe niha tînin cîh. BÎKG ya kul i gelek navendan du danan çalakiyên aştiyê dikin, her wiha di meha îlonê de jî gelek çalakiyên ji bo aştiyê dane pêşiya xwe.


‘Di 7’ê îlonê de dê li 17 bajaran çalakiyên wan dudanan berdewam bikin’


Endama BÎKG’ê Burcu Arikan diyar kir ku armanca wan dayîna dîtin ku anîna şatiyê bi destê jinê, di her navendan de dengê jinan dayîna bihîstin û bi jinan re din ava şêwirmendiyêde bûyîne. Burcu da zanîn ku dê di 7’ê îlonê de li 17 navendan çalakiyên du danan berdewam bike li darbixin, di nava wan de jî dê çalakiyên runiştinê û temaşekirina filîman hebin û got: “Li Rojava, Şengal û Gazze jin çî jiyan dikin. Bi van ve girêdayî di sala 1915’an de qirkirina Ermaniyan, di sala 1938’an de qirkirina Dêrsimê. Di 6-7’ê îlonê de emê hewilbidin van hemûyan bidin nasîn ku evane hemû bi şideta dewletê, çawan hedefgirtina wan ya jinan û bandora dewletê ser bedana jinan çêdibe.”


Kampanyeya ‘Çima bêdengbûn’   


Burcu anî ziman ku yek ji biryarên wan yên dema konferansê jî kampanyeya bi navê “Çima bêdeng bûn” bû û wiha domand: “Emê bi van çalakî û kampanyeya dengê xwe bidin bihîstin. Dema kum e li Tirkiye û Kurdistanê dengê xwe da bihîstin. Emê vêcarê jî li welatên Ewrupa dest bi qampanyayek ya bi navê çima deng dernakeve bikin. Dê bernameya qampanyeya me ya bi navê ‘Çima bêdengbûn’ di sala bê de bê kirin. Em dixwazin bi kirinên li Kurdistanê tên kirin bêdengiya welatên Rojava xirabikin.”


(zt)