Bijîşk Peyman: jineke perwerdekirî bingehê civakeke perwerdekirî ye
09:03
Zinarîn Aydin/JINHA
DIRBÊSIYÊ- Li bajarê Dirbêsiyê perwerdeya haftane ya 24 jinên meclisa yekîtiya star hate destpêkirin. Bernameya perwerdê li gorî çerçeveyek demwlemend hat diyarkirin. Girêdayî giringiya perwerdê Rêveberiya Akademiya Nûrî Dêrsimî Bijîşk Peyman got: “Jinek perwerde kirî bingeha civakeke perwerdekirî ye.”
Li bajarê Dirbêsiyê perwerdeya haftane ya 24 jinên meclisa yekîtiya star hate destpêkirin. Perwerde li gorî bernameyek diyar ya dewlemend û girêdayî jiyanê dêbê despê kirin. Ji serê sibê saet şeşan heya derengiya şevê hemu demjimêrên perwerdêran diyarkirîne û dê perwerdêr li gorî wê bernameyê bên perwerde kirin. Hemû saetên perwerdêran li gorî jiyana xweseriya demokratîk ji demê xwarinê heya demê razanê hemu jiyana wan li gorî rêziknameyek guncaw hatiye amade kirin. Her weha jin ji bo ku perwerdeya xwe bi ewlehî derbas bikin ewê her şev li gorî parastina cewherî nobeta xwe bigrin.
‘jin hînî xwe rêxistin kirinê dibin’
Di vekirina perwerdê de piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Rojava, pênûs û lênus ser jinan hat belav kirin. Ji bo despêkirina perwerdê Endama Rêveberiya Akademiya Nûrî Dêrsimî Bijîşk Peyman da zanîn ku perwerde ji bo her jinekê pir giringe û wiha axivî: “Her jinek perwerde dibîne pêwîste ser bingehê hin ermanca be. Divê jin hînî xwe çawan rêxistinkirinê bibin. Di heman demê de divê jin ji bo jiyana xwe sazumaniyekê avabike û ji xwe re perwerdeyek bi bername esas bigre.”
‘Bi kolekirina jinan desthilatiya mêran hatiye xurt kirin’
Peyman anî ziman ku ji bo avakirina civakek demokratîk di destpêkê de civaka heyî gereke were tehlîlkirin û wiha got: “ Pergala mêr ya desthilatdar ev pênc hezar sale xwe li tevayî qadên jiyanê serwer kiriye. Desthilatdariya mêr bi kolekirina jinan ve hatiye xurt kirin, ev yek bi rakirina pergala jin hatiye pêkanîn. Ji bo ku ev pergla hilweşe û li şûna wê pergaleke wekhev û adil were ava kirin di destpêkê de jin di qada civakî de xwe zane kirin û li hemberî feraseta zayend perestî tekoşîn kirin ewê bive riya tekoşîna serkeftina jinan li tevayî qadên siyasî, aborî û diplomasî jî.”
‘perwerde dîtin û xwe perwerde kirin gelekî giringe’
Peyman anî ziman ku di perwerde yê de ermanca guhertin û veguhertinê şerte û wiha domand: “Hin guhertinên xwezayî ku hêdî hêdî di însan de çêdibe hene, lê hin guhertin jî bi zanebûyîna însan ve girêdayî dikare bi lez pêk bê heye, ji vê yekê re jî îradeya azad tê gotin. Ger însan têkeve zanebûna kevneşopî û ferasetên ku ser jiyanê hatine ferzkirin, sedemên wan analîz bike û ya rast çiye fêr bive dikare gelek guhertinan di jiyana xwe û hawir dorê xwe de bi de destpê kirin. Ji bo vê yekê em ji niha û şûn de perwerdeyê peryodîk yê jinan bi taybet jinên ku di meclisê de cîh digrin bidine meşandin. Ji bo ku jinên meclisê di xebatên xwe de jî hîn zêdetir aktîf bivin û bikaribin pêşengtiyeke bi hêz ji tevayî jinên civakê re bikin perwerde dîtin û xwe perwerde kirin gelekî giringe.”
(za/zt)

