Li Silêmaniyê 28 saziyên jinan li dijî çeteyên DAIŞ’ê meşiyan
09:40
JINHA
SILÊMANÎ - Li Silêmaniyê, di pêşengiya jinên REPAK û KNK’ê de, ji her çar parçeyên Kurdistanê ku bi gişti 28 sazî û 46 jinên navdar ên Kurd, li dijî kiryarên qirêj ên DAIŞ’ê li Parka Dayik ji bo raya giştî daxuyanî dan û êrîşên li hember jinan bi tundî şermezar kirin. Di daxuyaniyê de jinan gotin: “Li welatên din ên cîhanê di dema şer de kar û sînorê jinê di nava malê de ye, lê li çar parçeyên Kurdistanê jinê ev sînor derbas kiriye û çek hilgirtiye. Îro li hemberî çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji jinê re dibêjin: ‘Yan dest ji her tiştî berdin, yan birevin yan ji bibin jinên me’ jina Kurd amade ye gel, welat û namûsa xwe biparêze.”
Li Bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federala Kurdistanê ji bo şermezarkirina, kiryarên hovane yên çeteyên DAIŞ ji her çar aliyên Kurdistanê bi gişti 28 saziyên jinan û 46 jinên navdar ên weke Hêro îbrahim Ehmed, Hevseroka PÇDK’ê Necîbe Omer, Nermîn Osman Hesen, Perwa Elî (Parlamenter), Geşe Dara Hefîd (Parlamenter), Şanaz îbrahîm Ehmed,Telar Letîf (Parlamanter), Miryem Semed (Parlamenter) jî di nav de piştgiriya xwe, ji bo jinên Şengal diyar kirin.
‘Emê wek jinên Kurd li hember xetereyên heyî têbikoşin’
Daxuyanî ji aliyê endama KNK’ê Emîne Hesen û Endama Saziya Peywendiya Jinên Kurd (REPAK) Bûşra Elî ve hate xwendin. Bûşra Elî di serî de xêrhatin û destxweşiya hemû sazî û kesên ku di daxuyaniyê de amade bûn kir û got: “Em wek jinên Kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê li hember xeteriyên ku îro li ser Başûrê Kurdistanê, bi yek deng û yek helwestê dibêjin, em rê nadin DAIŞ li ser axa me bimîne. Em ê wek jinên Kurd siyaseta DAIŞ’ê binpê bikin û tişta bê xwestin, bikin.”
‘Çeteyên DAIŞ dixwazin dest deynin ser vê axa pîroz’
Emîne Hesen jî wiha got: “Li Kurdistanê tevahiya pêkhate û baweriyan, bi taybetî çîna jinan, bi metirsiyeke pir mezin re rû bi rû bûne. Çeteyên DAIŞ dixwazin dest deynin ser vê axa pîroz û wê vegerînin serdema tarî ya kevneperestiyê. Ji bo vê jî, roj bi roj êrîşên xwe yê hovane zêdetir dikin.”
‘Jina Kurd amade ye gel, welat û namûsa xwe biparêze’
Emîne Hesen wiha pêde çû: “Li welatên din ên cîhanê di dema şer de kar û sînorê jinê di nava malê de ye, lê li çar parçeyên Kurdistanê jinê ev sînor derbas kiriye û çek hilgirtiye. Îro li hemberî çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji jinê re dibêjin: ‘Yan dest ji her tiştî berdin, yan birevin yan ji bibin jinên me’ jina Kurd amade ye gel, welat û namûsa xwe biparêze.”
Emîne wiha dewam kir, “Em wek jinên Kurdistanê û wekî hemû caran, bi wêrekî û moraleke pola, amade ne mil bi milê hêzên ku parastina axa Kurdistanê dikin, têbikoşin û canê xwe feda bikin. Em ê bi awayekî hevgirtî û gotareke hevbeş hemû hewldan û çalakiyên xwe ji bo xizmetkirina penaber, qurbanî û nasandina wê tawanê bi navenda navdewletî bileztir û zêdetir xebatê bikin.”
(zt)

